28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi sed hezaran li kolnê kom bûn û azadiya Ocalan xwestin

Bi sed hezaran kes ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Koln ê Elmanyayê kom bûn û meşek girseyî li dar xistin. Bi sed hezaran bi hevre ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî xwestin.

Bi sed hezaran kesên ku di navde kurd û dostên kurdan hebûn, li Kolnê ya Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û di çarçoveya Pêngava “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li cîhanê hate destpêkirin, meşiyan û mîtînga girseyî li dar xistin.
Enternasyonalîst ji 7 welatên cûda tev li meşê bûn
Li bajarê Kolnê bi sed hezaran kes li hev civiyan û bi kortejên ku ava kirin li ser pira Severînsbruckeyê ya li ser Çemê Renê meşiyan. Komên enternasyonalîst bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî meşê bûn. Beşdarên meşê pankartên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li ser rêya meşê hildan. Komên enternasyonalîst ên ji 7 welatên cuda beşdarî meşê bûn û tecrîda li ser Abdullah Ocalan gelek caran hate protestokirin.
Tevlîbûna xurt a ciwanan a meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand. Ji sala 1999’an û vir ve yek ji çalakiyên ku beşdariya ciwanan li Elmanyayê herî zêde ye tên lidarxistin.
Coş û tevlîbûna zêde ya meşê bal kişand û nêzîkatiyên provokatîf ên polîsên Elman ên li hemberî komên enternasyonalîst rastî berteka girseyê hat.
Dema bi deh hezaran kes ji ser pira Severinsbruckeyê ya di ser Çemê Ren re derbas dibûn, hejandina pirê bû sedema panîkê.
Posterên Abdullah Ocalan rakirin
Çalakvan dema li kolanên Kolnê bi wêneyên Abdullah Ocalan dimeşiyan, dema ji pira Siegburger str gihêştin Deutzer Bruckeyê, qada mîtîngê ya Sîegburger str Deurzer Wer tije kirin.
Qada mîtîngê ya li kêleka çemê Ren bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin. Mîtîng bi xwendina Sirûda Ey Reqîp û deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên KNK’ê Nîlûfer Koç, Ahmet Karamûs, Hevseroka KCDK’ê Zûbeyde Zûmrût, Engîn Sever, nûnerên Saziyên Kurd ên Demokratîk ên Ewropayê, siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê dijîn, hunermend û rêxistinên jinan beşdarî mîtîngê bûn.
Piştre Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever ji beşdaran re axivîn.
Gelê kurd û dostên kurdan rûpelek nû li cîhanê vekirin
Zubeyde Zumrut got, “Em bi hezaran car silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Em li vê qadê bi hezaran car Rêber Apo û hevrêyên wî silav dikin. We îro li bajarê Kolnê yê Almanyayê dîrokê nivîsand. 4 parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe didin. We îro dîrok çêkir. Beriya 25 salan hêzên komploger ên navneteweyî ji bo gelê Kurd rûpelek reş vekir. Lê îro gelê Kurd û dostên wan ên li Elmanyayê rûpeleke nû vekirine. Wan dîrokek nû nivîsand. Ji bo azadiyê gavek nû hat avêtin. Gelê Kurd ji sala 1925’an û vir ve tu carî serî li ber zilmê netewand. Gelê me bi pêngava ku di 10’ê Cotmehê de daye destpêkirin li her derê li qadan e. Ji bo azadiya Rêber Apo her kes ji bo têkoşîna civakî, dîplomatîk û hiqûqî li qadan e. Gelê me li qadan e. Em ê Rêber Apo azad bikin.”
Piştre Engîn Sever axivî û bal kişand serpêngava azadiyê ya cîhanê ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de ji bo Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got, “Rêberê me 25 sal in dîlgirtine. Armanc ew bû ku Rêber Apo were jibîrkirin. Gelê me li qadan e. Rêbertiya me vîna meye. Kes nikare vîna me bişkîne. Rêber Apo êdî ne tenê rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberekî navneteweyî ye. Sala 2024’an wê bibe sala azadiya Rêber Apo. Rêber Apo wê sala 2024’an azad bibe û li Amedê di nava gelê xwe de be.” Piştî axaftinên hevserokên KCKD-E, koroya muzîkê ya TEV-ÇAND’ê stranên ji bo Abdullah Ocalan hatine çêkirin gotin.
Dostên kurdan peyamên xwe parve kirin
Di mîtîngê de peyamên dostên gelê Kurd hatin xwendin. Seroka Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) Prof. Karîane Westerheîm hat xwendin. Westerheîm di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Em ji bo bîranîna 25’emîn salvegera revandina Abdullah Ocalan a li Kenyayê û anîna wî ya Tirkiyeyê di bin şert û mercên gelekî rûreş de li vir kom bûne. Dema em li ser pirsgirêka Kurd û lêgerîna aştiyê ya li herêmê dihizirin, girîngiya azadiya Abdullah Ocalan zêdetir derdikeve holê. Biryara dewletên Ewropayê û hikûmeta Elmanyayê jî di nav de 25 sal berê destûr nedan Ocalan ku li Ewropayê mafê penaberiyê werbigire. Ev weke xeletiyeke mezin derdikeve pêş. Ev biryar ne tenê Ocalan ji azadiyê bêpar hişt, her wiha li Kurdistanê rê li ber zêdebûn tundiyê vekir û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha saziyên weke Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û CPT’ê di sererastkirina vê bêedaletiya dîrokî de berpirsyariyeke hevpar dikeve ser milên wan. Parastina azadiya Ocalan ji bo lihevkirin û aştiyeke mayînde li herêmê dikare bibe gaveke girîng. Piştgiriya dewlet û rêxistinên Ewropayê li Tirkiyeyê rê li ber hilweşandina nirxên demokratîk û xurtkirina meylên otorîter vedike.
Gava ku em bi encamên biryarên berê re rû bi rû dimînin, derfetek ji bo berdêl û sererastkirinê derdikeve holê. Dewletên Ewropayê bi parastina azadiya Ocalan û qebûlkirina xeletiyên xwe yên berê dikarin dilsoziya xwe ya ji bo edalet, aştî û prensîbên demokratîk nîşan bidin. Di şert û mercên nemirovane de jî sekna Ocalan a ji bo aştiyê û banga muzakereyê, lezgînî û girîngiya vê dozê radixe ber çavan.
Girtiyê siyasî Abdullah Ocalan ji hucreya xwe ya li Îmraliyê gelek pirtûk û gotar nivîsandin û nêrînên xwe yên siyasî û felsefî yên weke konfederalîzma demokratîk, femînîzma radîkal û mafê çarenûsiya Kurdan anî ziman.
Ew bi nivîsên xwe ne tenê wek mamosteyê gelê xwe, ji vê zêdetir jî wek mamosteyê dinyayê derdikeve pêşberî me.”
Peyama nûnerê Tevgera Yek Milyar Di Berxwedanê ya Hindistanê/rêxistina civaka adil û wekhev Jagori Grameen wiha ye: “(Zindabad) Bijîn heval û hevrê… Em hemû daxwaz dikin ku feylesof, nivîskar û têkoşer Abdullah Ocalan demildest bê berdan. Ji bo vê daxwazê em li vir in. Hemwelatiyên kurd ên vê dinyayê ji bo avakirina nîzamek nû ya cîhanê – demokrasiyek federal a bêdewlet, têkoşîna xwe ya şoreşgerî didomînin. Îro em bi wan re di nava piştevaniyê de ne. Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hemû rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan, nivîskar û rojnamevanan, civaka hiqûqî, jin û mêrên ku ji bo rûmeta jiyana hemû mirovahiyê, ji bo edaletê, ji bo siyasetê dixebitin, tavilê azad bibin.
Werin em hemû ji sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin hesab bipirsin da ku deng û daxwaza me ya hevpar di her parlamentoya cîhanê de derkeve.
Hevserokê Tevgera Têkoşîna li Dijî Nîjadperestî û Dostaniya Gelan (MRAP)* René Lemignot
Jonasso: Niha deng zêde bûne
Wezîrê Dadê yê Îzlandayê yê berê û endamê Heyeta Îmraliyê Ogmunder Jonasso: “Ev demeke dirêj e dengê gelê Kurd dibihîzim. Ez dengê gelê ku dixwaze çanda xwe biparêze dibihîzim. Ez dengê gelê ku dixwaze zimanê xwe biparêze dibihîzim. Û ez dengê gelê ku dixwaze azadiya xwe ji êrîşan biparêze, dixwaze azadiya xwe biparêze dibihîzim. Weke ciwanekî Îzlandayî dema mezin dibûm min ev deng bihîst. Paşê di jiyana xwe de, dema ku ez wek endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê hatim Strasboûrgê, min dîsa dengê Kurdan bihîst. Lê niha deng zêde bûne. Dengên ji hundirê avahiyên parlementoyê bilind dibûn, nûnerên Kurd hewl didan ku me hişyar bikin ka li Kurdistanê çi diqewime, li derve jî cnonedaran heman peyamê didin; Û ew her tim amade ne ku vî dengî bidin bihîstin, Her roj bi hebûna xwe dengê xwe didin bihîstin.
Nobedar ji sibê heta êvarê, hefte bi hefte, meh bi meh, sal bi sal bi dixebitîn û hîn jî li wir in – ew qet dev jê bernadin. (…) Û em li vir daxwaz dikin ku civaka navneteweyî destekê nede terora dewleta Tirk. Îro ne dema jibîrkirin an efûkirina sûcên ku hatine kirine, dem dema dirêjkirina çiqlê zeytûnê ye ku em karibin ceribandina demokrasiyê ya li Îmraliyê ji nû ve bidin destpêkirin û bi hêviya ku wê demê derî ji lihevhatina rast re vebin. Ev ê ne tenê ji bo Kurdan be, pêwîstiya Tirkiyeyê jî ji vê heye, pêdiviya Rojhilata Navîn jî ji vê heye û pêwîstiya cîhanê jî heye. Şerê li vir şerê li wir dide destpêkirin. Weke kevirê domînoyê ye.
Lê bi heman awayî, aştiya li vir dikare bibe sedema aştiya cîhên din. Kevirê domînoyek dikeve ser kevirekî din û dûre li pey hev diçin û rê li ber aştiyê vedikin. Ya ku em dixwazin ev e – şansek bidin aştiyê. Ji ber vê yekê ez bi we re dibêjim: Ji Abdullah Ocalan re Azadî – Li Kurdistanê aştî.”
Sendîkayên Spanya peyam şandin
Endamê Konfederasyona Sendîkayên Îspanyayê Valentin Brugos Sales peyama Sendîkayên Spanyayê xwend: “Em rêxistinên sendîkayan ên OSTA yên ji Aragon, IAC û Intersindical ji Katalonyayê, CIG ji Galîsyayê, ELA û LAB pêşkêşî we dikin. Welatê Bask, ji Herêma Valencia Intersindical Valenciana û ji Dewleta Spanyayê Confederación Intersindica, me silavên hevgirtinê anîn.
Em ji dewleta Spanyayê dizanin ku bandorên rejîmeke siyasî ya navendîparêz û otorîter ku cihêrengiya çandî û siyasî nas nake. Ev serpêhatî bû sedem ku em bi baldarî û bi sempatiyek mezin tekoşîna tevgera karkerên a li Tirkiyeyê û bi taybetî jî seferberiya gelê Kurd ji bo naskirina tevahî mafên xwe yên heta niha hatine înkarkirin, bişopînin.
(…) Em girîngiya têkoşînê ji bo naskirina tevahî mafê perwerdehiya bi Kurdî fam dikin, ji ber ku em jî di rastiya xwe ya civakî de parçeyek ji van têkoşînê ne. Em pêşveçûna ezmûnên siyasî yên têkildarî pêşniyarên konfederalîzma demokratîk bi baldarî dişopînin, ji ber ku em bi hewcedariya modela siyasî ya beşdar û bi karakterê parlamenteriyê bawer in.
(…) Em ji aliyekî ve bombebarana siyonistan a li ser Xezeyê şermezar dikin, ji aliyê din ve jî dixwazin durûtiya rejîma Erdogan şermezar bikin ku heman tiştî bi têkbirina pêşketina civakî ya ku her roj li Rojava tê avakirin, dike. Ev hemû jî li gorî bêdengiya hevpar a civaka navneteweyî û berjewendiyên stratejîk ên NATO’yê pêk tên. Rêhevalino, wek di xwepêşandanan de tê gotin: Ji Bakur heta Başûr… ji Rojhilat heta Rojava… bi her awayî!!!! têkoşîn dewam dike. Ji bo gelê Kurd çareseriya demokratîk û adil!!!! Ji Ocalan re azadî!”
Mapelli
Peyama Serokê Komeleya Çandî ya Punto Rosso û Edîtorê Weşanxaneya Punto Russoyê Roberto Mapelli: “Pergala şaristaniya ku em tê de dijîn cîhanek çawa pêşkêşî me dike? Cîhanek ku careke din qirkirin asayî bûye û careke din ketiye nava şer. Kapîtalîzm maskeya xwe ji holê radike: ji bo îstîsmara xweza û kedê bidomîne divê bê demokrasî tevbigere û ji bo serdestiya xwe li ser civakê ferz bike netewe-dewletê bikar tîne.
Mîna ku ji bo derbaskirina qeyrana mezin a ku di salên 1930’an de ketibû holê, kir.
Lê vê carê, hebûna gerstêrk û mirovahiyê di xetereyê de ye. Mafê mirovahiyê heye ku xwe biparêze. Mafê wê heye ku di nava aştiyê de bijî.
Ji ber vê yekê divê derbarê çarenûsa xwe de nêrînek nû, ramanek nû bipejirîne. Û ev dîtina nû ji zilamekî ku xuya ye li zindaneke ku paşeroja wê tuneye dî hatiye girtin. Ji Serok Ocalan.
(…) Tiştê ku Ocalan jê re dibêje Konfederalîzma Demokratîk ew e ku bêyî hevrikiya navendîkirina desthilatê, cudahiyên li ser bingehek wekhev dikarin werin berhev kirin.
Û tenê bi vî rengî demokrasî dikare cîhanê ji şer rizgar bike. Û belkî jî şansê zindîbûnê bide ramana Rojavayê Ewropayê ku hewl dide fêrî kesên din bike ka azadî û demokrasî çi ye.”
Di mîtîngê de peyamên gelek saziyên dostên navneteweyî û komên çep ên Tirk jî hatin xwendin.