19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi dehezaran kes li dijî komployê meşiyan

Bi deh hezaran pêkhateyên herêma Cizîrê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber ‎Ocalan şermezar kir û got ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û têkbirina hemû ‎komployên dewletên hegemon û dagirker ên li dijî gelan, têkoşînê bilind bikin.‎

Di salvegera 24′an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de bi deh hezaran ‎Kurd, Ereb, Suryan û Ermenên li kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê, li bajarên Qamişlo, Hesekê, navçeyên Girkê Legê û Dêrikê meşên girseyî li dar xistin.

Meş bi ‎dirûşmeya “Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” tên lidarxistin. Hemû dikan û sûk hatine girtin.

Ji ‎hemû pêkhateyan, kesayetên welatparêz, malbatên şehîdan, endamên sazî, rêxistin, ‎tevgerên sivîl, jin, ciwan, kesayetên older û nûnerên partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê beşdarî meşan bûne.‎

Li bajarê Qamişlo, meşê ji Çarxerêya Sonî dest pê kir û ber bi navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ‎dewam kir.‎

Di meşê de wêneyên Rêber Ocalan, pankartên bi nivîsên “Bê serokê jiyan nabe” bi zimanên ‎Kurdî û Erebî hatine‏‎ hildan. Her wiha Dayikên Aştiyê cilên spî yên ku wêneyên Rêber Ocalan û ‎nivîsên “Bê serokê Apo jiyan nabe” li ser in, li xwe kirin.‎

Meşvanan bênavber dirûşemyên “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bê serok Apo jiyan nabe”, ‎‎”Berxwedan jiyan e” berz kirin.‎

Meş li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo veguherî mitîngê. Li wir Hevseroka PYD′ê Asya Ebdullah axivî û komploya 15′ê ‎Sibatê‏ ‏ya li dijî Rêber Ocalan ku tê de hêzên dagirker, navneteweyî û herêmî beşdar bûn, ‎şermezar kir.‎

Asya wiha got: “Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan li dijî gelê Kurdistanê, hemû ‎gelan, mirovahî û jinan bû.”‎

Asya destnîşan kir ku Rêber Ocalan 24 salan in di oxira azadiya gelê Kurdistanê, ‎bidawîkirina înkar, qirkirin û zulma li dijî gel de berxwedaneke bêhempa dimeşîne.‎

′‏Berxwedan derbasî qonaxeke nû bû‏′‏

Asya Ebdullah behsa berxwedana gelên Kurdistanê ya bi pêşengtiya tevgera azadiya Kurdistanê, ‎tevgera azadiya jinê û Rêber Ocalan kir ku derbasî qonaxeke nû bû û li hemû qadan berfirehtir bûye.

Asya diyar kir ku fikrê Rêber Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî kilîta çareseriya doza Kurd û hemû ‎krîzên li Rojhilata Navîn e û wiha pê de çû: “Ger hûn çare û aştiyê li Rojhilata Navîn dixwazin ‎û dixwazin pirsgirêka Kurdan çareser be, kilîta wan li Îmraliyê ye. Divê hemû piştgirên ‎çareseriyê yên dixwazin doza Kurd çareser be, tecrîda li dijî Rêber Ocalan bişikînin.”‎

Li ser armancên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan jî, Asya ev tişt gotin: “Xwestin ‎têkoşîna jinê û dirûşmeya ′Jin, Jiyan, Azadî′ ya ku li tevahî cîhanê bi pêşengtiya jina Kurd belav ‎bûye, bi dawî bikin û projeya Rêber Ocalan têk bibin. Ev 2 sal in di nava bêdengiya ‎navneteweyî de tecrîda li dijî Rêber Ocalan hatiye girankirin. Hêzên beşdarên komployê ‎parçeyek ji tecrîda girankirî ne.”‎

Divê têkoşîn li tevahî qadan dewam bike

Asya anî ziman ku bi ruhê şehîdên ′Hûn Nikrain Roja Me Tarî Bikin′ û dengê bi milyonan ‎Kurdên ku komploya navneteweyî şermezar dikin, îro careke din deng hate bilindkirin ku ‎destekê bidin berxwedana Îmraliyê û siyasetên Komploya Navneteweyî têk bibin, da ku bi ‎Rêber Ocalan re bijîn. Asya got, bi vê îsrarê em ê têkoşînê dewam bikin û bigihêjin ‎serkeftinê.”‎

Asya di dawiyê de bang li CPT′ê û rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kir ku tecrîdê bi dawî bikin û ‎rê bidin ku parêzer û malbat bi Rêber Ocalan re bicivin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Mîna erkeke nîştimanî divê ‎hemû hêzên kurdistanî bi pêşengtiya jin û ciwanan têkoşîna li dijî tecrîdê bilind bikin. Em ‎PYD′ê têkoşîna me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e. Li ser vê bingehê em ê têkoşîna li ‎hemû qadan li Sûriye û cîhanê dewam bikin.”‎

Girkê Legê

Bi heman armancê, şêniyên Girkê Legê ya Qamişloyê meş li dar xist. Meşê ji Qada Şehîd Xebat Dêrik a li navçeya Girkê Legê ber bi kolana sereke ve dest pê kir.

Di meşê de dirûşmên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin. Piştî meş gihaşt Qada Azadî, vegerî mîtîngê. Li wir li ser nave pêkhateya Ereb Salih Sefo axivî û da zanîn ku Komploya Navneteweyî bi rêya tecrîdê dewam dike û got: “Dewama tecrîda li dijî Rêbertî dewama Komploya Navneteweyî ye.”

Sefo da zanîn ku rêxistinên hiqûqî ne serbixwe ne û wiha domand: “Nîşane jî, revandina Rêber Ocalan ne rewa ye. Tiştê dibe jî dûrî xebata rêxistinên navneteweyî ye ku bê deng in. Ji ber ku ew dikeve xizmeta berjewendiyên wan.”

Sefo destnîşan kir ku tecrîd dorpêçkirina fikrên Rêber Ocalan e û got: “Rêber Ocalan beriya bibe rêber, ramyarekî mezin e. Çima azadî tê girtin? Çima fikrên hezkirin û lêborînê di girtîgehê de ne?”

Li aliyekî din jî hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed da zanîn ku hevgirtina pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan komplo têk bir.

Rûken li ser navê pêkhateyan bêdengiya rêxistinên navneteweyî û paşguhkirina rêgezên NY′yê, mafên mirovan û banga gelan a têkildarî rewşa Rêber Ocalan şermezar kir û got fikrên Rêber Ocalan niha li her maleke Kurdan û Kurdistanê hene.

Dêrik

Bi hezaran şêniyên Dêrik, herêmên Berav, Koçerat û gundên wê meşek li dar xist. Di meşê de nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, oldar û saziyên sivîl amade bûn.

Şênî li Qada Azadî kom bûn û ber bi Navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve meşiyan û meş li wir vegerî mîtîngê.

Li wir Hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Hiso wiha got: “Armanca komployê projeya neteweya demokratîk têk bibe. Lê bi bin ket, ji ber ku gel fikrê xwe ji felsefeya Rêber Ocalan digire û têgeha neteweya demokratîk li Sûriyê pêk anî û hemû pêkhateyên Sûriyeyê li hev kom kirin.”

Hiso bal kişand ser komployê û wiha domand: “Hîna heta roja îro komplo bi rêya sûc û êrişên li dijî herêmê, hedefgirtina yekitiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.”

Ji bo sekna li hember êrişên qirkirinê Hiso got divê hevgirtin û têkoşîn bê bilindkirin û soz da ku metoda neteweya demokratîk a Rêber Ocalan pêk bînin.

Meş tevî dirûşmên “Bijî berxwedana Rêber Ocalan” bi dawî bû.