6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtîgehên tîpên taybet ji Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûn

Ev tîp girtîgehên ku ji Îmraliyê dest pê kirin û li hemû girtîgehan belav bûn, ne rojê dibînin û ne jî girtî dikarin hev bibînin. Rêxistinên mafan ên ku girtîgehan ji nêz ve dişopînin dibêjin ku ev tîp bi taybet hatine dîzaynkirin

Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan bi komployeke navneteweyî, di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15’ê sibata 1999’an de anîn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku bi şêweyekî taybet hatiye dîzaynkirin. Ocalan, ev 24 sal in di hucreyekê de tê ragirtin. Piştî ku Rêberê PKK’ê anîn Tirkiyeyê, Pergala Girtîgan a Tîpa F ku ji hêla Wezareta Dadê ve di sala 1997’an de projeya wê hatibû çêkirin, di 19’ê kanûna 2000’an de bi “Operasyona Vegera Jiyanê” ku bi tevlêbûna 10 hezar girtiyan hatibû lidarxistin û komkujî hatibû kirin, kete meriyetê. Li tîpên F ên ku 1 an jî ji 3 kesan pêk dihat niha jî tîpên S û Y lê hatin zêdekirin.

Piştî girtîgehên tîpa F, di sala 2021’î de li Antalya, Manavgat, Îdir, Bodrum û Samsunê 5 girtîgehên bi tîpa S hatin avakirin ku hucreyên wê ji yek û ji 3 kesan pêk tên hatin avakirin. Piştî tîpên S ku ji bajaran dûr û çûyîna wê derê zehmet hatine çêkirin, îcar jî bi awayekî bêdeng û veşarî dest bi avakirina girtîgehên bi tîpa Y’yê hat kirin. Li gel Edene, Antalya, Burdur û Kirşehîrê, her wiha li 6 bajaran girtîgehên bi tîpa Y’yê ketin dewreyê. Ev girtîgeh wisa hatin avakirin ku girtî bi tu awayî nikarin hev bibînin. Girtîgeh ji 3 qatan pêk tên û girtî bi tu awayî hev nabînin. Di van girtîgehan de li her qatê kesek tê ragirtin. Gelemperî bi giştî 400 kesên cezayê “muebeta giran” lê hatine birîn û bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “talûke” hatine girtin lê tên ragirtin. Girtî nikarin siohbetê bikin û ji aktîvîteyên weke spor û atolyeyê jî hatine tecrîdkirin. Di van tîpan de hucreyên ku girtî pir zehmet dikarin peywendiyan danîn û rojê nabînin.

Nûnerê yê Di Girtîgehê de Cezayê Muebeta Giran lê Hatine Birîn ê Komeleya Rêxistina Civaka Sivîl a di Pergala Girtîgehan de (CÎSST) Heval Zelal Avci, Hevserokên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Dîlek Demîr û Mehmet Şafî Erol, têkildarî girtîgehên bi tîpên S û Y yên ku li Îmraliyê dest pê kirin û li hemû girtîgehan belav bûn û sepanên tecrîdê bi nûçegihanê Ajansa Mezopoptamyayê Mehmet Aslan  re axivîn.

Bi projeyeke taybet hatine çêkirin

Nûnerê CÎSST’ê Heval Avci bal kişand ser daneyên Wezareta Dadê û da zanîn ku niha li Tirkiyeyê 9 girtîgehên bi tîpa Y’yê hene. Avci, diyar kir ku mîmariya van tîpên girtîgehan li gorî mîmariyên girtîgehên din “taybet e” û wiha got: “Girtîgehên bi tîpa Y’yê 3 qat in û berevajî rojê hatine avakirin. Weke mînak, odeyên li qata jêr bi tu awayî rojê nabînin. Girtiyên li van girtîgehan bi tu awayî nikarin hev bibînin. Girîgehên li vê derê gelemperî ji bo ku girtî hev nebînin hatine çêkirin.”

Avci, bal kişand ser hucreyên ku li van tîpan hatine çêkirin û paceyên ku rojê nabînin û ev agahî da, “Girtiyan ji me re gotin ku ev pace pir biçûk in û ceyran xistine. Girtî hem ji tavê û hem jî ji hewayê paqij tên mehrûmkirin. Girtî jî nikarin hev bibînin û mercên wan pir girantir in. Ev yek dike ku ode pir zêde ritûbet bigire. Ev rewş dike ku nexweşiyên hilmijînê di girtiyan de çêbibin. Di hinek girtiyan de semptomên psîkolojîk tên dîtin. Lêkolînên beriya niha hatine kirin jî van agahiyan piştrast dikin. Ji ber ku mirov heyîneke biyolojîk û psîkolojîk e. Dema pêdiviyên xwe yên civakî û zîhnî pêşwazî nekirin, rê li ber semptomên psîkolojîk vedike.”

Pîvanên PMME’yê binpê dikin

Heval Zelal Avciyê got ev rewş “binpêkirin e” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û ev yek li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) îşkence ye. Gelemperî girtiyên ku cezayê mubbeta giran lê hatiye birîn li van girtîgehan tên ragirtin û tevek jî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Rewşa wan a girtinê cudatir e. Weke mînak; dikarin tenê saetekê derkevin qada hewadariyê. Nikarin pêdiviyên xwe yên civakî pêşwazî bikin. Mercên ku tê de tên ragitin ne li gorî mercên PMME’yê ne. Tirkiye aliyekî vê peymanê ye lê bi cezayê muebeta giran re vê peymanê binpê dike. Li gorî agahiyên girtiyan dane, zêdetir kesên cezayên muebeta giran lê tên ragirtin lê her wiha girtiyên ku bi odeya ewlekariya bilind jî li wir tên ragirtin.”

Binpêkirin du qat zêde bûn

Bi domdarî Avci da zanîn ku weke CÎSST’ê daneyên binpêkirinên li girtîgehan berhev dikin û wiha domand: “Binpêkirinên di sala 2022’yan de li gorî salên din ji sedî 100 zêde bûn. Li gorî me sedema vê jî girtîgehên bi ewlekariya bilind in. Bi darê zorê girtiyan dişînin van girtîgehan, dest danin ser hemû alavên wan, alavên wan lê nayên vegerandin û gelemperiya girtiyan dişînin cihên ku bo malbatên wan dûrî wan in. Nahêlin bi malbatên xwe re jî hevdîtinê bikin. Di nava vê salê de girtiyan ji hêla aborî ve jî pir zehmetî kişandin. Ji bo gelek girtiyan fatûreyên ceyranê yên pir zêde hatin birîn. Her wiha bihayê tiştên kantînê pir zêde ne. Dikarin saetekê derkevin cihê hewadariyê. Di girtîgehên tîpa Y’yê de ji bo hewadariyê dibin beşeke cuda. Di mijara pirtûk, rojname û kovaran de zehmetiyên mezin dijîn. Dibêjin ku kanalên televîzyonê pir bi sînor in.”

Ji Îmraliyê belav bû

Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Demîrê jî got ku sepanên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yekser girêdana xwe bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan re heye û ev tişt anî ziman: “AKP-MHP’ê, tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav kir. Em dixwazin ku serê pêşîn xwedî li Abdûlah Ocalan bê derketin. Heke me bikariya tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin, dê tecrîda li tevahiya girtîgehan jî bê bidawîbûya. Îktîdar dixwaze di sala 2023’yan de 20 girtîgehên nû çêbike. Sedema zêdekirina hejmara girtîgehan jî îzolekirina civakê ye. Girtîgehên bi tîpên S û Y ku di dema AKP’ê de hatin çêkirin, projeyeke li dijî girtiyên siyasî ye. Ji bo ku rejîma xwe bidomîne, van rêbazan ji bo tirsandin û jihalxistinê bi kar tîne. Gelên Tirkiye û Kurdistanê li dijî van hewldanan bêdeng nîn in û têdikoşin. Divê tevahiya civakê piştgiriyê bide vê têkoşînê.”

Li dijî tecrîdê têkoşîn ferz e

Her wiha Hevserokê MATUHAYDER’ê Mehmet Şafî Erol jî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê mijara “hiqûq” û “wijdanê” ye û axaftina xwe wiha qedand: “Bi tecrîda li Îmraliyê re sûcekî mezin tê kirin. Tecrîd ne tenê li ser birêz Abdûlah Ocalan lê li tevahiya civakê tê ferzkirin. Her kesê ne alîgirên AKP û MHP’ê, niha tên tecrîdkirin. Her wiha tecrîda li Îmraliyê niha bandorê li tevahiya girtîgehan dike. Armanca vê tecrîdê jî ew e ku birêz Abdûlah Ocalan û gelê kurd bêdeng bikin. Tevahiya cîhanê bû şahidê têkoşîna gelê kurd. Kurd kirine çar parçe. Kurdên li her çar parçeyan jî girêdayî Abdûlah Ocalan in. Her wiha li her çar parçeyan jî şerek heye. Tenê birêz Abdûlah Ocalan dikare rê li ber vî şerî bigire. Heke guh bidin birêz Abdûlah Oalan, dê şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Di serî de gelê kurd, banga min ji bo tevahiya derdorên çepgir-sosyalîst ew e ku li dijî tecrîdê têbikoşin.”