18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi germahiya zêde re mar û dûpişk zêde bûne

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê aşkera kir ku di Hezîranê de dûpişk û maran bi 71 kesî vedaye lê tu rewşên wefatê nehatine qeydkirin.

Bi zêdebûna germahiyê re, li herêma Firatê mar û dûpişk zêde bûne, bi taybet piştî barana zêde ya tevî birûsk û berfê di zivistan û biharê de. Di encamê de dûpişk û mar ji kunên xwe derketin.

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê di Hezîranê de li gundewarên cuda yên herêma Firatê dûpişkan bi 67 kesî veda û maran bi 4 kesan veda.

Li gorî desteyê, birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr, lê heta niha tu rewşên wefatê nehatine qeydkirin.

Her sal di navbera Hezîran û Tîrmehê de li tevahî herêmên Sûriyeyê ji ber bilindbûna pileyên germahiyê, bi taybet li herêmên bakur û rojhilat dûpişk û mar zêde dibin.