4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tecrîda li Îmraliyê her kesî têkildar dike’

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Desthilatdarî li Îmraliyê sûc dike" û xwest tavilê hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin. Bûldan bang li her kesî kir ku li ber tecrîdê rabe

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan bi wesîleya Cejna Qurbanê hatibû Wanê û hevdîtinên xwe didomîne. Bûldan, îro jî çû serdana Şaxa Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û Akademiya Hunerê ya Aryenê û Navenda Çandê ya Ziman û Lêkolînê ya Arsîsayê.

Di serdana MEBYA-DER’ê de Bûldan diyar kir ku pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê tenê bi têkoşînê dikarin bên çareserkirin û wiha got: “Heke em têbikoşin dê êşên bi vî rengî neyên jiyîn. Polîtîkaya înkarê ya îktîdara AKP’ê ya li ser gelê kurd û gelên din didome. Ev zîhniyet, hemû fikrên cuda tune dihesibîne. Têkoşîna me ji bo mîsogerkirina nasname û azadiya gelê kurd û domandina têkoşîna demokrasiyê ye. Lewma jî girînge ku em rewşeke hebûna kurdan tê qebûlkirin ava bikin.”

‘Sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin’

Di serdana TUHAY-DER’ê de jî Bûldan bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Li temamiya girtîgehên Tirkiyeyê înfaz tên şewitandin, girtiyan dişînin cihên ji malbatên wan dûr, pirsgirêkên tenduristî, sirgûn, peywendîdanîn û hwd. hene. Di halê hazir de pirsgirêka herî mezin, tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ye. Zêdetirî du sal in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin û nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Bi qanûnên xwe nakin. Yek ji mijara herî hesas a gelê kurd jî birêz Ocalan e. Bêguman gelek sedemên vê tecrîdê hene. AKP bi vê tecrîd û van sepanan sûc dike. Tecrîd, sûcekî li dijî mafên mirovan e. Ev rewş êdî li tevahiya civakê hatiye belavkirin. Em vê tecrîdê qebûl nakin, divê tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê bê bidawîkirin û birêz Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.”

Herî dawî jî Bûldan wiha got: “Di mijara tecrîdê de partiya me hewl dide berpirsyartiyên xwe pêk bîne lê kêm dimîne. Ev mijar tenê kurdan eleqedar nake. Divê bikeve rojeva civakên Tirkiyeyê. Tecrîd, pirsgirêkeke mafên mirovan e û her kesê ji xwe re dibêje mirov jî divê pê re eleqedar be.”