Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li parêzgeha Nînewayê di operasyonekê de 6 çeteyên DAIŞ’ê girtine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên hatine girtin, di dem û cihên cuda de tev li gelek êrîşên ser hêzên ewlekariyê û welatiyan bibûn.