3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran li dijî komploya 9’ê Cotmehê meşiyan

Bi hezaran şêniyên Helebê li dijî komploya navdewletî meşiyan û komplo şermezar kirin

Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê kom bûn û li dijî komploya navdewletî meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankertên “Bi îrade û berxwedanê em ê komploya li dijî Rêber Apo têk bibin” û “Bimire komployên navdewletî, îxaneta Barzaniyan, Bijî berxwedana Gerîla” bilindkirin û dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin. Meş li Qada Cebenat a li rojhilatê taxê rawestiya û li wir piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo axivî û bal kişand ser berxwedana Abdullah Ocalan a li Îmraliyê.

Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Zeyneb Hebeş jî behsa komploya 9`ê Cotmehê kir û got: “Rêbertî 24 salan li Sûriyeyê ma. Têkoşiya û xelkê wê perwerde û birêxistin kir. Rêbertî li dijî projeyên pergalên desthilatdar, projeya biratiyê û jiyana hevbeş pêşkêş kir.”

Zeyneb Hebeş bang li gelên azadîxwaz û rêxistinên hiqûqî kir ku li hember komployê helwesteke zelal nîşan bidin û zextê li Tirkiyeyê bikin da ku tecrîdê bi dawî bike. Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.