spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên gel bi meşekê komploya navdewletî şermezar kirin

Nûner û rêveberên KDC, TJA, Partiya Çepên Kesk, HDP, DBP, MED TUHAD-FED’ê komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan şermezar kirin

Bi sedan endam û rêveberên KCD, TJA, DBP, HDP, Partiya Çepên Kesk, MED TUHAD-FED li parka Koşûyolûyê ya Amedê bi boneya salvegera komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê şermezar bikin çalaki li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Girseyê xwest li parka Koşuyolu kom bibin û daxuyaniyê bidin. Lê polîsan nehişt girse kom bibe û girse dorpêç kirin. Polîsan di mudaxaleyê de gelek çalakger binçav kirin. Bi sedan kesên tevî astengiyên polîsan kom bûn, li kuçeyan komplo şermezar kirin û dûrişmeyên “Bijî Berxwedan Zindan”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serik Apo” berz kirin. Girseya ku parlamenterên Partiya Çepên Kesk, Hevserokên Giştî yên DBP, Hevserokên HDP’a Amedê ji beşdar bûn, dorpêça polîsan derbas kirin û ji Parka Koşûyolûyê heta avahiya HDP’ê ya Ofîsê meşiyan. Girseyê li pêş avahiya HDP’ê daxuyanî dan. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li vir axivî û diyar kir ku ew bang li hemû kesan dikin ku li dijî tecrîdê  têkoşînekî bilind û berfireh bidin û wiha got: “Em weke sîyasetmendar sazî û dezgehên kurd li dîjî tecrîdê hertim têbikoşin. Tecrît bêçareseriyê kûrtir û dike. Tecrîd şerê li dîjî gelan e. Ev yek ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê ve tê kirin. Heta tecrîda li ser birêz Ocalan nêyê şikandin û rêya çareseriyê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilatan Navîn nêyê vekirin em ê têbikoşin û emê vê têkoşînê berfirehtir bikin.  Heta tecrîd bi dawî nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”