spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran şêniyên Kantona Cizîrê li dijî êrîşan meşiyan

Li kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes li dijî êrîşên dewleta tirk daketin qadan û êrîş şermezar kirin.

Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman. Li Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik Til Hemîs, Hesekê û Dirbêsiyê bi hezaran kesên kom bûn meşên girseyî li dar xistin bertekên xwe yên li dijî Tirkiyeyê anîn ziman.

Tirbespiye

Li Tirbespiyê pêkhateyên navçeyê ji pêşiya meclîsa navçeyê dest bi çalakiya xwe kir û heta navenda Kongra Star meşiyan. Li wir endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Hediye Şemo axivî û got: “Tirkiye dixwaze jiyanê li me teng bike, ji ber wê navendên stratejîk û xizmetguzariyê bombebaran dike. Lê bi van êrîşan sûcên şer dike û divê ji ber wê hesab jê were pirsîn.”

Çilaxa

Li navçeya Çilaxa jî xwepêşandan ji pêşiya Çerxerêya El Delê ya li rojavayê navçeyê destpê kir û li Qada Şehîd Mahsûm rawestiya û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endamê Însiyatîfa Gel a Çilaxa Nezhet Seyfudîn axivî û hevgirtin û berxwedana xelkê herêmê li hember êrîşan û siyasetên şerê taybet silav kir.

Girkê Legê

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê ji Qada Şehîd Xebat heta Çerxerêya Azadî meşiyan û li dijî dagirkeriyê dirûşmên “Na ji bêdengiya navneteweyî li hember qirkirina gelê Kurd re”, “Dewleta Tirk a faşîst li ser ewlehiya cîhanê gef e werin bi hev re li dijî vê terorê bisekinin” berz kirin.

Li çerxerêyê hevseroka Meclîsa Navçeya Girkê Legê Zulfe Hemze û endamê Meclîsa Bajarokê Erûr Ebid El Muhsin axivîn û teqezî bi berxwedana li hember êrîşan kir.

Dêrik

Şênî û endamên saziyên sivîl û xizmetguzariyê yên Dêrikê û herêmên Berav û Koçerat ji Qada Azadî heta sûka navendî meşiyan.

Li sûkê endamê Kongreya Îslama Demokratîk şaxê Dêrikê Mahsûm Dêrşoy axivî û got: “Çi qas êrîş hebin em dev ji axa xwe bernadin.”

Til Hemîs

Rûspiyên Ereb ên Til Hemîsê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Endamên saziyên sivîl, rûspiyên Ereb û partiyên li navçeyê tevlî xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Êrîşên dewleta Tirk, siyaseteke kirêt e ku divê em jê baldar bin. Divê li hember van êrîşên terorîst em hevgirtî û yek bin.”

Hesekê

Li Hesekê bi dirûşma “Divê qada hewayî ya herêmên me bê girtin” bi hezaran şêniyên bajêr û navçeyên derdorê meşiyan.

Meş ji pêşiya Parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li taxa Nasir a bajêr destpê kir û li pêşiya avahiya Komîteya Şaredariyan a li taxa Kelase ya bajêr rawestî û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de hevserokê Nivîsgeha Rêxistinê ya TEV-DEM`ê Ferhan Dawûd axivî û got: “Bi vîna gelên berxwedêr yên ku felsefeya neteweya demokratîk dişopînin em ê bi ser kevin. Serkeftin teqez wê para me heta ew pêk were, em dev ji axa xwe bernadin.”

Dirbêsiyê

Li navçeya Dirbêsiyê şêniyan nerazîbûna xwe li hember êrîşan nîşan da.

Meş bi tevlîbûna bi sedan şêniyan, endamên saziyên sivîl û meclîsên sivîl lidar ket û ji pêşiya Mizgefta Hac Sultan heta kolana sereke ya navçeyê dewam kir. Her wiha li wir rê li pêşiya dewriyeyeke Rûsyayê girtin û nerazîbûnên xwe li hember bêdengiya wan rave kirin.

Dema xwepêşandêr gihaştin rojhilatê navçeyê, endamê Însiyatîfa Gel Mihemed Xelef axivî  û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrîşan şermezar kir û got: “Em ê li qadan bin û destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin.”

Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê Fatme Keleş jî wiha axivî: “Vîna gelên herêmê ji êrîşên li dijî welatiyan mezintir e. Divê şênî û ciwanên me li hember êrîşan berxwedanê mezin bikin û ji bo têkbirina planên dewleta li qadan bin.”