7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran xelkê Qamişloyê: Em ê Rêber Apo azad bikin  

Bi hezaran şêniyên Qamişlo û Dîrikê bi boneya komploya navdewletî şermezar bikin meşek girseyî li dar xistin. Beşdarên meşê diyar kirin ku gelên girêdayî felsefeya Ocalan dê teqez bi ser bikevin

Şêniyên kantona Qamişloyê diyar kirin ku gelên girêdayî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, teqez dê bi ser bikevin û gotin: “Hêz û saziyên li hember êrişên dagirkeriya tirk bê deng in, şirîkên sûcên dagirkeriyê ne.”

Bi boneya salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo şermezarkirina komployê û êrişên dewleta tirk, bi hezaran şêniyên navçe û bajarokên kantona Qamişloyê li bajarê Qamişlo û Dêrikê bi dirûşma “Bi yekitiya gelan em ê êrişên dewleta tirk a faşîst têk bibin û Rêber Apo azad bikin” çalaki li dar xistin.

Li Qamişloyê bi hezaran şêniyên bajêr û navçeyên Til Hemîs, Amûde, Tirbespyê ji Çerxerêya Felahîn (Cotkaran) heta rêya ber bi balafirgeha Qamişloyê ve meşiyan. Xwendekarên dibistanan, rûspiyên ereb û kurd, endamên saziyan û ciwan tev li xwepêşandanê bûn. Li ber têketina balafirgeha Qamişloyê meş rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Însiytîfa Gel a Herêma Cizîrê Nisrîn Doko axivî û berxwedana gelan a li hember Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Nisrîn Doko anî ziman ku gelê berxwedêr ku dijmin jê ditirse, li ser rêya Abdullah Ocalan e ku beriya 25 salan di encama Komploya Navdewletî de ji Sûriyeyê derket dimeşe û wiha got: “Vîna gelê ku dibêje azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misogeriya azadiya min e, dê bi ser bikeve. Dewleta tirk bi armanca şikandina vîna gel êriş dike. Lê gelê me dev ji rêgeza têkoşînê bernade. Hebûna kurdan rastiyek e û tu hêz nikare wan tune bike. Gelê me tu carî gav paşde naavêje û dê li qadan be.”

Endamê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: “Hemwextî salvegera komployê, dewleta tirk bi awayekî hovane êriş dike. Sivîlan û saziyên xizmetguzariyê; kehrebe, av, sotemenî û enerjiyê dike hedef. Ev ne êrişeke ketober e.”

‘Rêber Apo berxwedanek bêhempa dimeşîne’

Saroxan destnîşan kir ku li Îmraliyê Abdullah Ocalan rûbirûyî îşkenceyeke herî hovane ye û wiha got: “3 sal in agahî jê nayê girtin. Tevî wê jî Rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke bêhempa didomîne. Komplo negihaşt serî, dewleta tirk êriş kir. Her hêzek li hember van êrişan bê deng be, wê demê şirîkê komkujiyan e.”

Şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Însiyatîfa Parêzeran a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, nameyeke têkildarî sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê, radestî navenda têkiliyan a Rûsyayê ku li balafirgeha Qamişloyê ye, kir. Lê navendê, name wernegirt.

Têkildarî vê mijarê, endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Ehmed helwesta Rûsyayê ya li hember Komploya Navneteweyî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û destnîşan kir ku Rûsya bi israr e ku bibe beşeke Komploya Navneteweyî.

Dêrik

Li Dêrikê ji bo şehîdên bombebarana dawîn a li dijî Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Koçerat, şîn hate ragihandin û bi boneya Komploya Navneteweyî, dikan jî hatin girtin. Bi hezaran şêniyên bajêr, navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa meşiyan. Meş ji pêşiya geraca bajêr dest pê kir û li sûka navendî rawestiya. Li wir endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dêrikê Ciwan Hesen axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Ciwan Hesen anî ziman ku berxwedana li Îmraliyê û xwedîderketina li felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê gelan ve, komplo têk bir û wiha domand: “Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo gelên Rojhilata Navîn mîras e da ku li ser wê tê bikoşin û azadiya xwe bi dest bixin.”

Endama Kongra Star Firyal Qesûm jî soza mezinkirina têkoşînê li ser fikr û felsefeya Ocalan heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî û aştiyê li cîhanê da.