27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji kesên duh li Amedê hatibûn binçavkirin 104 kes hatin berdan

Li Amedê ji 105 kesên dema protestoyên 9’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, 104 kes ji wan hatin berdan.

Komploya navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin û 31 meh in agahî jê nayên girtin duh li Amedê hate şermezarkirin. Di dema şermezarkirinê de Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat di nav de 105 kes hatibûn binçavkirin. Derbarê kesên hatibûn binçavkirin de ji sûcê “Li dijî Qanûna Meş, Xwepêşandan û civînan a bi Hejmara 2911’an derketine”kirarî hatin kirin. 104 kesên hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan ên miduriyeta polîsan hatin berdan. Dema binçavkirina kesekî jî hate dirêjkirin.

Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Selahattîn Eyubiyê hatin berdan, ji aliyên parlamenterên Partiya Çepên Kesk, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û malbatên xwe ve hatin pêşwazîkirin.