28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xeteriya li ser Rojava

Ji bo ku em armanca êrîşên li ser Rojava baş fêm bikin, dibê em vê rastiya nijadperestiya li hember kurdan baş fêm bikin û analîz bikin. Em dibînin ku nijadperestî ketiye xwîna tirkan

Dewleta tirk hebûna xwe li ser tunebûna gelê kurd ava kiriye. Her wiha li ser hebûna hemû gelên ku niha li ser erdnîgariya Tirkiyeyê dijîn, ava dike. Li gelek cihan dîrok li gora xwe nivîsandiye. Li gelek herêman nexşe li gora xwe xêz kiriye. Li ser vî esasî jî gelên li Tirkiyeyê dijîn, perwerde kiriye û dike. Perwerdekirin gotinek gelekî bêwate ye li hember kiryarên dewleta tirk. Nijadperestiyek bêmînak enjekteyî xwîna gelê tirk kiriye. Navê wê jî kiriye perwerde.

Ev nijadperestî jî di her qada jiyanê de derdikeve hemberî me. Ciwanên kurd ji ber ku muzîka  kurdî guhdar dikin tên lînçkirin. An jî êrîşa li ser goristanan û xerabkirina gorên gerîlayên kurd, an jî mînaka êrîşa termên gerîlayan, an jî dema ku hemû şaredariyên kurd desteser kirin, an jî dema ku her roja êrîşî rojava cîhên sivîl dikin (herî dawî jî di 5’ê cotmehê de êrîşî rojava kirin), an jî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan. Û û û mirov dikare mînakan dirêj bike. Wek ku ev hemû mînak ne bes bin, êdî li derveyî axa tirkî jî êrîşan pêk tînin. Li Rojava dixe, ji bo ku li hember berjewendiyên kurdan rawest e, li Başûr dixe, dîsa heman armancî dimeşîne.Heya di şerê di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de jî di koka wê de nijadperestî heye. Nijadperestiya li hember kurdan an jî li hember ermeniyan yek e.

Ev hemû binê nijadperestiya li Tirkiyeyê gelekî baş xêz dikin. Ev nijadperestî jî êdî piştî demekê ketiya genetîk û xwîna tirkan. Em dibînin ji çepan bigire, heta rastgir, sosyalistan û bawermendan, dema mijar dibe kurd, hemû li cem desthilatê cih digirin û li kêleka dewletê disekinin. Hinek ji wan tew vê yekê wek mafekî xwezayî yê dewletê dibîne. Yanî dewlet dikare zilme bike, hovîtiyê bike, bikuje û dagir bike. Lê dema gelê kurd xwe diparêze qiyametê radikin. Durûtiyek ewqas mezin mînakên wê li cîhanê kêm e. Lê dîsa jî dixwazim mînakekê bidim. Dawiya vê heftê li Berlînê kesên alîgirê dîktatorê Azerbêcanê çalakiyekê li dar dixin û dibêjin: ‘Em aştiyê dixwazin, em dixwazin Ermenistan êrîşan rawestîne, em dixwazin gel di nava aramiyê de bin.‘

Lê rastî çi ye? Ji sedî sed berovajî vê ye. Azerbêcan bi piştgiriya dewleta tirk êrîşî heremên ku ermenî lê dijîn. Malên wan talan kir û bi sed hezaran kes koçber kirin. Lê li hember raya cîhanê, li hember mirovahiyê diçin bêbextiyek wisa dikin. Ev tevgerên wisa bêbext û derewîn jî bêguman ji tirkî fêr bûye. Koka wê jî nijadperestî ye.

Em herdem dibînin ku reşê wan, sorê wan û keskê wan jî hemû yek in. Hemû rengê wan li dijî kurdan dibin yek. Ji ber ku nijadperestî ketiye DNY’a wan. Ji ber vê rastiyê jî çi ji destê vê dewletê bê dê bike. Ji bo li dijî berjewendiyên kurdan bibe asteng. Ji bo ku kurd negihêje azadiya xwe, çi hewce be dê bikin. Hewce bike ew ê li hinek deveran, gundan, bajarokan û bajaran jî bifroşe. Hewce bike, ew ê zagonan binpê bike. Hewce bike ew ê şer derxîne û bi sedhezaran kesan koçber bike.

Ji bo ku em armanca êrîşên li ser Rojava baş fêm bikin, dibê em vê rastiya nijadperestiya li hember kurdan baş fêm bikin û analîz bikin. Dema mirov li ser vî esasî li bûyeran binere, ew ê bi awayekî derkeve holê bê çima dewleta tirk ewqasî bêeman êrîşî kurdan û bi taybet Rojava dike.

Min di nivîsên xwe yî borî de jî anî bû ziman ku dewleta tirk, dewletek dagirker e, dewletek li ser bingeha nijadperestiyê hatiye avakirin, dewletek ku li ser înkar û lîstikan hatiye avakirin. Ji ber wê jî niha xeteriya herî mezin ji bo Rojava dewleta tirk e. Bêguman bûyerên wek êrîşa li ser Rojava, tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan û neçareserkirina pirsgrêka kurd li Tirkiyeyê, vana hemû bi hev ve girêdayî ne. Heya ku dewleta tirk bi kurdan re aştiyek birûmet pêk nîne, ew ê tu carî negêje aramiyê jî.

Em cardin dubare bikin, li ser Rojava xeteriyek gelek mezin heye. Ev xeterî jî navê wê dewleta tirk e. Desthilatdarî çiqas dikeve tengasiyê ewqasî zêde êrîşî kurdan dike. Sedema êrîşên tund jî bêzariya dewletê ye. Desthilatdarî ketiye tengasiyek gelek mezin û dixwaze bi şerê li himber kurdan emrê xwe dirêj bike. Lê ev emir çiqas dirêj be jî, ew ê rojekê bi dawî bibe. Ew roj jî wisa xuyaye ku nêzîk e.