2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komplo, tecrîd û êrîş

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li dijî komploya navdewletî gelê kurd û dostên kurdan li çar aliyên cîhanê, dest bi têkoşînek mezin kirin. Bi beşdariya gelek sazî, sendîqe, komele, kesayetên naskirî, rewşenbîr, siyasetvan ji bo azadiya Ocalan li qadan in

Komploya navdewletî di 16’ê Îlona 1998’an bi daxuyaniya Fermandarê Hêzên Bejahî yê artêşa Tirk ê wê demê Atîlla Ateş li Hatayê hate despêpêkirin. Fermandarê tirk ji ber hebûna Rêbar Apo a li Sûriyeyê, rêveberiya vî welatî tehdît kir û xwest ku Rêber Apo radestî wan bike. Piştî vê tehdîdê jî, Desteya Ewlekariya Neteweyî ya tirk, di civîna xwe ya heman mehê de bi awayekî vekirî gef li rêveberiya Şamê xwar. Piştî van gefan, li ser sînorê Tirkiye-Sûuriyeyê tevgera leşkerî dest pê kir.

Paşê aşkera bû ku ger Rêber Apo ji Sûriyeyê derneketa, Tirkiyeyê wê bi alîkariya Îsraîl, Amerîka û NATO’yê li hemberî Sûriyeyê biketana tevgerê. Hedef jî Sûriye û Rêber Apo bû. Rêber Apo ji bo pêşî li vê bigire di 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê derket li Yewnanistan, Rusya û Îtalyayê ma. Lê hersê welatan jî, ji ber zextên Amerîka, Îngilistan û Îsraîlê û berjewendiyên xwe, destûra mayînê nedan Rêber Apo.

Lêgerîna Rêber Apo ya ji bo bi cihbûna li welatekî, 15’ê Sibata 1999’an li Kenyayê bi dawî bû. Her çiqas dewleta tirk, dîl-ketina Rêber Apo weke serketina xwe nîşan da jî, aşkera bû ku komplo bi piştevaniya hêzên navdewletî hatiye birêvebirin. Piştî 9 mehan, Rêber Apo bi rêya parêzerên xwe, hêzên di operasyonê de cih girtine bi van gotinan aşkera kir. “Operasyon ji destpêke ve li Washîngton û Tel Avîvê ji aliyê navendeke taybet ve hat birêvebirin. Piştî ji Sûriyeyê derketim, însiyatîf ket destê NATO’yê û ya rast, çûna min a Yewnanistanê jî, di bin kontrola hêzên NATO’yê de pêk hat.”

Li dijî komploya navdewletî ne tenê gelê kurd li çar aliyên cîhanê, têkoşînek mezin hat despêkirin. Bi beşdariya gelek sazî, sendîqe, komele, kesayetên naskirî, rewşenbîr, siyasetvan, hunermen, parêzer, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan ji bo azadiya Rêber Apo kampanya hatin despêkirin. Di çarçoveya van kampanyayan de li navendên cuda ên cîhanê bi armanca balê bişînin ser bêbextiya komploya navdewletî û girîngiya Azadiya Rêber Apo konferans, komxebat û civîn hatin organîzekirin.

Di van xebatan de bang li saziyên hiqûqî yên navdewletî hate kirin ku li hemberî neheqiya li ser Rêber Apo tê ferzkirin demildest têkevin dewrê. Ev saziyên ku qaşo li gorî pîvanên gerdûnî tevdigerin li gorî berjewendiyên hêzên serdest tevgeriyan û li hemberî neheqiya li ser Rêberê Apo tê ferzkirin ger gotin di cih de be xwe ker, lal û kor kirin.

Li hemberî bêdengî û bêxemiya hêzên navdewletî têkoşîna li dijî komployê jî roj bi roj tê mezinkirin. Di 25 saliya komploya 9’ê Cotmaha 1998’an de sazî û rêxistinên kurd di qada navdewletî de xwe ji bo rêze çalakiyên girîng amade dikin. Bi vê boneyê li parzemîna Ewropayê ji niha ve li dijî komployê û ji bo azadiya Rêber Apo çalakî tên li darxistin.

Bi pêşengiya Kongra Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-Ewropa) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-Ewropa) wê li dijî sûcên dewleta tirk, tecrîda giran a li ser Rêber Apo û komploya navdewletî bêdengiya Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) çalakiyan li darbixin. Starta çalakiya wê li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê li ber avahiya Konseya Ewropayê were dayîn. Bi awayekî hemwext wê li gelek navendên Ewropayê jî bi piştevaniya sazî û rêxistinên kurd bi çalakiyan piştgiriya çalakiya li Strasboûrgê were dayîn.

Li Strasboûrgê di navbera 10 û 13’ê cotmehê wê Konseya Ewropayê jî li hev bicive. Yek ji rojava civînê jî zextên dewleta tirk ên li dijî rojnamevan, binpêkirina mafan û bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ya heyî ye. Di van çar rojan de li gel parêzerên Rêber Apo, ji nûnertiya HDP’ê ya Ewropayê û nûnerên saziyên kurd jî wê li Konseya Ewropayê rêze çalakiyan pêk bînin. Di van rojên ku Konseya Ewropayê di civînê de wê li derve jî li ber avahiya rêze çalakî hebin.

Roja 10’ê cotmehê bi pêşengiya kesayetên navneteweyî yên naskirî ji bo azadiya Rêber Apo li ber avahiya Konseya Ewropayê bi daxuyaniyekê dest bi hamleyekê were kirin. Di çarçoveya hamleyê de li bajarê Strasboûrgê wê 4 rojan bi xebatên cuda li hemberî lî hemberî Rêber Apo û komploya navdewletî were şermezar kirin.

Li gorî bernameyê wê roja 10’ê cotmehê piştî daxuyaniyê, bi beşdariya nûnerên 16 saziyên cuda platformek were li darxistin. Li gorî agahiyan di vê platformê de wê li ser destwerdana dewleta tirk siyaseta hêzên navneteweyî ya li dijî gelê kurd û tecrîda li ser Rêber Apo were destgirtin.

Roja 11’ê cotmehê jî bi hêjmarek zêde li ber avahiya Konseya Ewropayê wê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. Di çarçoveya bernameyê de wê tevahiya rojê wê rêza çalakî pêk bên. Di çalakiyên vê rojê de wê li ser tecrîda 25 salan ya li girava Îmraliyê bi beşdariya parêzvanên mafên mirovan bê nirxandin. Bêguman pergala tecrîda li Îmraliyê mirov nikare ji siyaseta komploya navdewletî cuda bigire dest. Hêzên ku komplo pêk anîne îro rê didin ku dewleta tirk bi awayekî derqanûnî vê tecrîdê li ser Rêber Apo ferz bike.

Di rojên 12 û 13’ê cotmehê de jî tevahiya rojê wê rêze çalakî hebin. Armanca van çalakiyên ku wê 4 rojan dewam bikin, balê bikşînin ser tecrîdê û li gel vê dijminatiya dewleta tirk a li dijî gelê kurd. Bi taybet deshilata AKP-MHP’ê ne tenê li bakurê Kurdistanê li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat, ji bo destkeftiyên gelê kurd ji destê wan bigire bi çavsoriyek mezin êrîş dike.

Beşdarên çalakiyan wê bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd jî rexne û şermezar bikin. Tevî ku di van êrîşan de dewleta tirk bi zanebûn ji bo herêmê vala bike sivîlan dike hedef jî li hemberî van êrîşan hêzên ku qaşo xwe parazvanên nirxên mafên mirovan dibînin bêdeng in. Li hemberî vê bêdengiya ku rojane dibe sedama mirina xelkê herêmê, kurd û dostên xwe wê dest bidin hev û dengê xwe bilind bikin.

Ev çalakiyên wê di 25 saliya Komploya Navdewletî de werin lidarxistin tê armankirin ku pêşî li sûcên şerên dewleta tirk bînin û tecrîda li Îmraliyê bi tamamî ji holê rakin. Ji vî aliyî ve ev çalakiyên ku wê bên lidarxistin gelek girîng û bi wate ne. Divê ji bo mezinkirin û xurtkirina têkoşîna li hemberî tecrîda li Îmraliyê û hovîtiya dewleta tirk bi van çalakiyan tenê sînordar nemîne û hîn bêhtir were mezink