spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi mele re nîqaş kir, hate binçavkirin, ji emniyetê cenazê wî derket

Ahmet Burgur ê ku li Bazîdê li ber mizgeftê bi mele re nîqaş kir, hate binçavkirin. Piştre jî cenazeyê Ahmet Burgur ji Midûriyeta Emniyetê ya Bazîdê hate dîtin

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê duh serê sibê Ahmet Burgur (37) ê bavê sê zarokan hat destgîrkirin. Hat îdiakirin ku Burgur li Midûriyeta Polîsan a Bazîdê di nezarete de jiyana xwe ji dest daye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Burgur duh serê sibehê li ber mizgeftekê bi meleyekî re nîqaş kir. Piştî nîqaşê Burgur û meleyê navê wî nehat hînbûn, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Bazîdê. Hat îdiakirin ku Burgur li emniyetê şîmaqek li mele xistiye û ji ber vê yekê ew xistine nezaretê.

Birayê Bugrur, Resul Burgur qala bûyerê kir û diyar kir ku polîsan agahî daye wî ku birayê wî xistine nezarete û ew demildest çûye qereqolê û tu agahî derbarê birayê wî de nedane. Burgur anî ziman ku tîmên tenduristiyê jê re gotine heta ew çûne qereqolê birayê wî miriye.

Resûl Burgur da zanîn ku kesek din jî bi birayê wî re li heman nezaretê bûye û piştî bûyerê vî kesî ji nezaretê derxist û ew ji wir birine.

Cenazeyê Burgur piştî lêkolîna cihê bûyerê ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê û ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Agiriyê û di otopsiya pêşî de her çiqas hat diyarkirin ku di stûyê wî de reş û şîn bûye û ekomoz hene jî lê sedema mirina Burgur nehat zanîn.

Nimûneyên ku ji cenazeyên Burgur hatin girtin ji bo mirina teqez diyar bibe şandin Serokatiya Koma Tiba Edlî ya Amedê.

Cenazeyê Burgur duh bi şev li Goristana Taxa Koçkiran a Bazîdê hat veşartin.

Li aliyê din malbata Burgur derbarê Midûriyeta Polîsan a Bazîdê de bi tawanbariya “xemsariyê” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê da û gilî kir.