12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi navê ‘Lihevkirin’ê komployan li dijî gel pêk tînin

Rûspiyên gundewarên Dêrazorê yên di bin kontorla hêzên hikumeta Şamê de lihevkirinên ku qaşo hikumeta Şamê pêk têne, red kirin û bi komplo û xefkekê li dijî şêniyan bi nav kir.

Hükümeta Şamê ev demeke ku li gelek herêmên Sûriyeyê di bin navê ‘lihevkirin’ê de dixwaze qeyrana li Sûriyeyê kurtir bike. Piştî Dera, Himis û gundewarê Şamê, hikumeta Şamê qaşo bi ‘Lihevkirin’ an ‘Çareserî’yê li Dêrazorê ava bike û de ku şêniyan neçar bike û siyaseta xwe li ser wan ferz bike. Li cihên ku ‘lihevkirin’ pêk tên gel, rûsîpî, alim û hwd li hember vê yekê sekinîn û bertekên xwe gelek caran anîn ziman.

Ji gundê Merat ê Dêrazorê yê di bin serweriya hikumeta Şamê de rûspî Rawî Derwîş ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Hikumeta Şamê ya ku nefesa dawî dikişand, niha behsa ‘lihevkirin’ an jî çareseriyan dike. Hewl dide bi vê yekê desteka manewî bigire. Ev komploye ku li dijî welatiyan tê kirin, piraniya xelkên ku çareseriyan  li gorî hikumeta Şamê pêk tînin, tên xapandin û girtin. Ev ne lihevkirin e, lê komplo ye.”

Derwîş diyar kir ku heger hikumeta Şamê lihevkirinê bi gelê Sûriyeyê re bixwaze, pêşî divê biryara valakirina girtîgehên xwe bide û wiha domand: “Di gelek girtîgehên wê de girtiyên siyasî, an karmend an jî xwendekar hene ku bi dijminahî û zilmê hatine girtin, ji ber ku banga azadiyê dikirin.”

Rawî Derwîş bang li tevahî welatiyên Sûriyeyê kir ku bi ‘lihevkirinan’ neyên xapandin û wiha domand: “Ev lihevkirin xefk in, hikumeta Şamê bi van lihevkirinan dixwaze li ser lingan bisekine. Li hemberî vê yekê îro pergaleke demokratîk li herêman hatine avakirin. Em ê hikumeteke Sûriyeyê, demokratîk ava bikin ku rêzê ji mirov û mirovahiyê re digire.”

Ji rûspiyên bajarokê Ezba, Xazî Ebdurehman îşaret pê kir ku hikumeta Şamê di vê demê de propagendaya ‘lihevkirinan’ dike û wiha got: “Divê em dersê ji çareseriyên li Derayê û binpêkirinê sozên hikumetê ji bo xelkê Derayê bigirin ku piraniya ciwanên ku garantiya ewlehiyê ji hikumetê wergirtibûn, hatin kişandin. Hikumeta Şamê sozên xwe bi wan re bin pê kir. Divê em jî dersê ji vê nêzîkatiyê bigirin.”

Xazî Ebdurehman diyar kir ku lihevkirinên ku hikumeta Şamê qala wan dike û xelkê ji gundên wan derdixîne, komployek e û tu soz û peyman ji van çareseriyan re tunene.

Ebdurehman ‘lihevkirin’ red kir û ev tişt anî ziman: “Bi tu awayan em lihevkirinan bi hikumeta Şamê re qebûl nakin. Ji ber ku wekî xefkekê ji bo şêniyên Dêrazorê re dibînin.”