28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kabûsa zordestan: Kobanê

Îro salvegera rizgarkirina Kobanê ye. Ji ber nasnameya xwe ya dîrokî weke dergûşa şoreşgeran û sembola berxwedanê tê nasîn. Her wiha piştî ku DAIŞ lê şikest ji bo dewleta tirk û çeteyên wê bûye kâbus.

Piştî berxwedaniya 134 rojan, di 26’ê Çileya 2015’an de bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin û rizgarkirina bajêr hat ragihandin. Ji bo gelê kurd dîrokek nû hat nivîsandin. Bi vê yekê re Kobanê bû sembola berxwedan û serkeftina xeta azadîxwaz. Hilweşandina çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk ji rizgarbûna Kobanê ve destpê kir.

Kobanê bajareke rojavayê Kurdistanê ye û piraniya şêniyên wê kurd in. Di warê erdnigariyê ve ji aliyê rojava ve 30 kîlometreyan ji ava Firat û 100 kîlometreyan ji bajarê Rihayê dûr e. Her wiha 150 kîlometreyan ji Helebê dûr e. Jiyana piraniya şêniyên wê li ser çandiniyê ye. Eger di warê aborî û erdnîgarî ve temaşeyî Kobanê bikin, ne herêmek stratejîk e lê ka bizanin ji ber çi kabûsa dewleta tirk û çeteyên wê ne û bi hemû awayî hewldan dagir bikin.

Nasnameya dîrokî ya Kobanê

Kobanê ji berê ve bûye cihê hewandina şoreşgeran. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2’yê Tîrmeha 1979’an de dema ji Tirkiyeyê derdikeve yekem car derbasî Kobanê dibe. Li wir di rewşek gelek dijwar de di nava bêderfetiyan de bingeha tevgera azadîxwaz avêt. Vê yekê jî tirsek hîn zêdetir xistibû nava dilê Erdogan.

Piştî li Sûriyeyê şoreşa gelan a li dijî rejima Esed destpê kir, di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de yekem çirûska şoreşê li Kobanê pêket. Gelê Kobanê li dijî rejimê rabû û hêzên rejîmê ji Kobaniyê hatin derxistin. Rizgarkirina Kobanê bû destpêka şoreşa rojavayê Kurdistan û avakirina Rêveberiya Xweser.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya rojavayê Kurdistanê ku yekem çirûska wê li bajarê Kobanê pêket, di demek kin de karî tevayî gelan û pêkhateyên herêmê di jêr sîstema bihevre jiyana gelan de kom bike. Van destkeftan sîstema netew-dewlet xist zorê. Ji bo ji holê rakirina vê sîstemê û qirkirina pêkhateyên herêmê, dewleta tirk a di bin serkêşiya Tayîb Erdogan de hemû derfetên xwe xist dewrê.

Di roja 22’yê Cotmeha 2014’an de Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ji bo piştgirîdayîna Kobanê civiya. Parlamentoyê biryara şandina hêza pêşmerge ji bo Kobanê da. Di 31’ê Cotmehê de jî hêzek a pêşmerge bi çekên giran ve gihişt Kobanê. Yekem car li Kobanê şervan, gerîla û pêşmerge di yek çeperê de cih girtin û berê çekên xwe dan dijmin.

Kobanê sînorên bi dest hatin xêzkirin, hilweşand û bû sembola yekitiya neteweyî. Vê berxwedaniya Kobanê ne tenê li Kurdistanê, li gelek welatên cîhanê kesên enternasyonalîst ji bo parastina mirovahiyê berê xwe dan rojavayê Kurdistanê û li ser bingeha felsefa Rêber Ocalan xwîna xwe li ser xaka Kurdistanê rijandin.

Destpêkirina êrîşa li ser Kobanê

Di Tebaxa 2013’yan de çeteyên bi navê Artêşa Azad û Cebhet El Nusra bajarê Kobanê xistibûn nava dorpêçekê. Rê ne didan xurak û derman derbasî bajêr bibin, her wiha elektrîk û înterneta bajêr qutkirin. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê nêzî bajarê Kobanê bûn, dest bi ser hinek deverên Kobanê de girt. Erkê Cebhet El Nusra di şer û dorpêçê de qediya.

Piştre di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta tirk bi çekên giran ên ku ji Musil û deverên din ên Iraq û Sûriyeyê bi destê wan ketibûn, ji çend aliyan ve dest bi êrîşa li ser Kobanê kirin. Şervanên YPG û YPJ’ê piştî ku welatiyên sivîl ji gundan veguhestin deverên aram, bêy piştgiriyek ji derve, tenê bi çekên xwe yên sivik û îradeya xwe ya xurt berxwedaniyek bê hempa li dijî çeteyan nîşandan û rûpelek nû yê berxwedaniyê di dîroka gelê kurd de nivîsandin.

Piştî ku li Kobanê di 26’ê çileya 2014’an de xelîfeta DAIŞ’ê hat hilweşandin û xeyalên dewleta tirk vala hatin derxistin,  xelata azadîxwazê serkeft, îro Erdogan bê maske ji bo temamkirina senaryoya xwe derketiya meydanê. Lê vê carê bi xwe û artêşa wî di êrîşan de cih digire.

Di naverasta 2021’an de Erdogan bi hemû hewldanên xwe ji bo êrîşên nû yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket tevgerê, bi taybet ji bo dagirkirina Kobanê û Minbicê. Lê, ji aliyê hêzên navneteweyî ve jêre lempeya kesk nehat vêxistin.

Dewleta tirk hîn êrîşên xwe bi dawî nekiriye. Li gorî daneyên Hevserokatiya Kantona Kobanê, piştî şikestina DAIŞ’ê ya li Kobanê, dewleta tirk a dagirker, rojane êrîşî dike û rasterast hewl dide êrîşî Kobanê bike. Heta niha 4 caran êrîş kiriye. Di encama van êrîşên de 12 welatî şehîd bûne.

Her wiha ji gundên Kobanê bigire heta Eyn Îsa roje çend gund tên topbarankirin. Ji ber van êrîşan 4 malbat bûne qurbanî. Her wiha bi dehan mal, cihên giştî, xizmetguzarî rûxane û zêdetirî 10 kes jî  birîndar bûne.

Li gorî agahiyên xwerêveberiya kantonê rojane balafirên keşfê yên dewleta tirk li ser Kobanê digerin. Her wiha bi rêya çeteyên DAIŞ’ê re tirsê belav dike da ku welatî koç bikin.

Girtina çavkaniya avê

Ava şêniyên welatiyên Kobanê ji ava rûbarê Firatê tê pêşwazîkirin. Lê zêdetirî salekê ye ji ber sedema ku rûbar ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin, çavkaniya ava Kobanê zûha bûye. Ji ber girtina avê welatiyên Kobanê di nava zehmetiyan de ne. Ji ber girtina avê, metirsî li ser jînge û çandiya herêmê jî heye. Bi milyonan dolar ziyan bi sektora çandiniyê bûye.

Li gorî agahiyên Hevserokatiya Kantona Kobanê, hemû kargehên li ber ava Firatê rawestiyane û ew malên li nêzî avê jî bûn ji neçarî koç kirine.

Hevserokê Kantona Kobanê Mistefa Îto têkildarî armancên dewleta tirk ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên hevkarên wê, li gel rejîma Sûriyeyê bi berdewamî di êrîşan de ne, ji bo ku tola DAIŞ’ê bistînin û aramiya Kobanê têk bidin. Bi taybet Kobanê dikin hedef, ji ber ku bûye sembola berxwedan û şikandina DAIŞ’ê û xeyalên dewleta tirk. Hemû hewl didin neteweya demokratîk hilweşînin.

Piştî şikandina DAIŞ’ê, li Kobanê  hewldanên me yên ji bo pêşxistin, nûjenkirin û xizmetguzariyê berdewam e. Di warê binesazî, rê, tenduristî, av, ceyran û xizmetguzariyên de xebat tên kirin. Yekane astengiya li pêşiya me gef, êrîş û dagirkeriya dewleta tirk û komên çete ne. Lê gelê me ji kaniya aştî, azadî û berxwedanê av vexwariye. Wê dest ji vê kaniyê bernedin. Tim di çarçoveya parastina rewa de berxwedan dikin.”

Êrîşa li Hesekê

Êrîşa herî dawî ya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Hesekê yek ji hewldanên din ên Erdogan û dewleta tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Hesekê bû û dixwest bi vê rê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aloziyê derbixîne.

Li gorî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di 20’ê Çileyê de herî kêm 200 çeteyên xwekûj ku hinek ji van çeteyan ji Serêkaniyê û Til Ebyadê û hinek ji wan jî ji milê Iraqê hatinbûn û xwe di taxa Xwêran de bi cih kirin êrîşî Girtîgeha Sînaayê ya Hesekê kirin. Bi vê êrîşê çeteyên DAIŞ’ê xwest girtiyên xwe yên di girtîgehê de birevînin.

Lê şervanên HSD’ê plana wan pûç kir û êrîş şikand. Di êrîşê de gelek çeteyên DAIŞ’ê yên êrîş kirin hatin kuştin û gelek hatin girtin.

Li Hesekê operasyona HSD’ê ya ji bo paqijkirina DAIŞ’ê di roja 6’emîn de didome. Heta niha 550 çeteyan xwe radest kirine. Li pişt vê êrîşa dawî ya çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê dewleta tirk jî hebû. Armanca wê careke din kurd bû.

Çavkanî: Rojnews