11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Metirsiya destwerdana Ukraynayê zêde dibe

Tevî hemû bangên hişyariyê yên ji raya giştî ya navdewletî, Rûsyayê bênavber hejmara leşkerên xwe yên li ser sînorê Ukraynayê zêdetir dike. Rûsyayê di van rojên dawî bi zêdekirina hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Ukraynayê, metirsiyên der barê destwerdanê de zêdekirin. DYA’ê bi daxuyaniyên cuda Rûsyayê hişyar dike.

Rûayayê bi van tevger û gefên xwe riya diyalogê bi welatên NATO’yê re vedike û vê yekê dike mijara bazarê. Rûsya di hevdîtinên bi DYA’yê re daxwaza bisînorkirina desthilata NATO’yê ya li herêmê dike.

Heta roja sêşemê hejmara leşkerên Rûsyayê yên li ser sînorê Ukraynayê bû derdora 6 hezaran. Beriya wê jî gelek tank û çekên giran ên li dijî balafiran li ser wî sînorî  bicih kiribû.

Ji aliyekî din ve DYA’yê jî hem gefan li Rûsyayê û serokê wê Vlademîr Putîn dixwe û hem alîkariya çekan bi Ukraynayê re dike.

Serokê DYA’yê Joe Biden li ser pirsa rojnamevanekî ev bersiv da û wiha got: “ Tu niyeteke me ya ku em leşkerên xwe bişînin Ukraynayê tune ye lê heke Rûsya destwerdanê bike dê bersivên me di warê ambargoyan de gelekî mezin û giran bin.”

wiha xuyaye ku heke bazara di navbera Rûsya û NATO’yê de bi rêyên dîplomatîk negihê encamekê dibe ku Rûsyayê destwerdana Ukraynayê bike.

DYA’yê bang li dîplomatên xwe kiribû

Wezareta Karên Derve ya DYA’ê bi daxuyaniyekê bang li dîplomatên xwe yên li Ukraynayê kir ku xwe ji bo derketina ji wî welatî amade bikin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “ divê hemû xebatkar û dîplomatên me yên li Kievê xwe ji bo derketina ji Ukraynayê re amade bikin ji ber gefa destwerdana Rûsyayê heye.”

Di daxuyaniya ku di 23’yê çile 2022’an de hat weşandin Wezareta Karên Derve ya DYA’yê rêya derketina bi rengekî dilsoz li dîplomatên welatê xwe kir û got ku divê pêşî malbatên xwe ji Ukraynayê derxînin.