7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

SÎHA maşîna JIN TV bombe kir

Balafira şer a Tirkiyeyê SÎHA li Qamişlo maşîneyek bombe kir. Di êrîşê de xebatkarê JIN TV jiyana xwe ji dest da

Balafirên Şer ên Bêmirov û bi Çek ên Tirkiyeyê (SÎHA) li ser rêya navbera  Qamişlo-Amûdê maşîneya JIN TV bombe kir. SÎHA di êrîşê de xebatkarê JIN TV qetil kir.

Balafirên şer ên Bê Mirov û Bi Çek ên Tirkiyeyê (SÎHA) li ser rêya Qamişlo û Amûdê li nêzî Til Şiir êrîşî maşîneya JIN TV kir. Di bombebaranê de xebatkarê JIN TV Necmedîn Feysel Hecî Sinan qetil kirin. Rojnamegerek jî birîndar bû.

Piştî êrîşê Kongra Starê daxuyanî da û êrîş şermezar kir.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“Li dijî hebûn û îradeya jin û gelê Kur û bi taybetî li dijî hebûna pêkhateyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hikûmeta Tirk bê navber şerê qirkirinê berdewam dike. Bê ku zagon û rêgezên mafên mirovan bigre ber çavan şerekî bê exlaq li ser herema Kurdistanê pêk tîne. Di her dem û kêliyê de şoreşa Rojava weke dijminê xwe diyar kiriye û li ser vê bingehê wek temamkirina gefê xwe bi her şêwazan êrîşên xwe pêk tîne. Di nava deh salan de îstiqrar, aramî û jiyana jin, zarok, mêr û xwezaya wan di nava metirsiyê de dihêle.

Ji destek dayîna komên terorê û dij mirovahiyê ê ku komkujî li dijî herêmê di her kêliyê de pêk anîn û hê jî ev kiryar didomin. Ji dagirkirina gelek herêman û koçkirina gelê wê bi darê zorê, ji bo pêkanûna armancên xwe ya  guhertina demografî, ji xirabkirina xwezayê qutkirina dar û ava li ser herêmê, ji armanc giritina pêşeng û rêveberên jiyana azad bi rê û rêbazên qirêj û bê exlaq. Her wiha îro jî di setên piştî nîvrode wek berdewamiya van êrîşan carek din û bi riya dironan êrîşî kedkarên qenala JIN TV hat kirin. Bi vê êrîşa tirsonek û ya bê pîvan ku sivilan û nûçegahanê ku ji ber şopandin û ragihandin û eşkerekirina van gefan bi şev û roj li ser piyane kirin hedefa êrîşên xwe. Li gorî qanûnê cîhanê nabe ragihandin bê hedef girtin. Lê ji ber ku dewleta tirk bala cîhanê  nekşîne li ser teror û kiryarên xwe yê ne mirov ane ev êrîşa tirsonek li dijî endamên ragihandinê pêk anî.

Em weke Meclisa Kongra Star hedefgirtina jin, zarok, civaka sivîl û bi giştî ragihandin ku dibe çavê heqîqetê ku dibin hedefa êrîşên li derveyî pîvanên mirovî  şermezar dikin û em dengê xwe digihînin tevahiya saziyên mafê mirovan ê ku bi nave parastina mirovan û mafê wan xwe bi nav dikin û pênase dikin ku xwe nebihîstî nekin û ji nedîtî ve negrin dest, bi erkê xwe yê mirovî rabin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê