12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê têkoşîn bidome

Hevserokên DBP'ê û Partiya Çepên Kesk li Geverê çûn şîna dayikên ku dema diçûn dozgeriyê îfade bidin qeza derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan û sersaxî xwestin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û şandeya pê re serdana şîna Dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk a li gundê Şahê yê Geverê kir.

Şande piştî serdana şînê derbasî Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Bajêrgeh a Geverê û li vir daxuyanî da. Ji Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya li vir axivî û wiha got: “Weke Dayikên Aştiyê em ê her tim aştiyê biparêzin. Dayikên me yên jiyana xwe ji dest dane aştî parastin û hewl dan rê li ber rijandina xwînê bigirin. Di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan. Bila ruhê dayikên me yên aştiyê şad be.”

Dayik dê aştiyê bînin

Piştre jî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, bal kişand ser têkoşîna birûmet a Dayikên Aştiyê û wiha got: “Dê dayik aştiyê pêk bînin. Li Kurdistanê li endamên hemû malbatan doz hatiye vekirin. Zarok an jî xizmên her malbateke li Kurdistanê di girtîgehê de ne. Bi hinceta ku ji zarokên xwe re pere şandine, bang li dayikên me kirin ku biçin îfadeyê bidin. Hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê hemû hevalên me rastî vê tawanbariyê tên.”

Uçar, anî ziman ku kesên ji ber van tawanbarkirinan banga îfadeyê li dayikan dikin dê hesaba vê bidin û wiha bi dawî kir: “Dê hesabê bidin kurdan, Dayikên Aştiyê û hemû kesên di têkoşînê de israr dikin. Weke kesên ji têkoşînê bibawer û vê têkoşînê didomînin, em ê dev ji wan bernedin. Divê rojavayê welat jî guh bide dengê aştiyê yê li Kurdistanê bilind dibe. Em ji bo vê têkoşiyan û dê têkoşîna me bidome. Serê me tevan sax be û bila soza me ya ji bo dayikan be ku heta aştî pêk tê dê têkoşîna me bidome.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.