28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kesên diyar wekî X hatin destnîşankirin

Danişîna doza Kobanê berdewam kir. Kesên diyar wekî X-jin-mêr hatin nepenîkirin

Siyasetmedar Mesût Bagcik di Doza Kobanê de diyar kir ku kesên li ser telefonê pê re axiviye di dosyayê de weke “X jin-zilam” hatine destnîşankirin û got: “Tevî ku ew kes endamên PM’ê ne jî navên wan nehatine nivîsandin.”

Rûniştina sêyemîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê pêk hat. 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dadê dimeşîne. Siyasetmedar Mesût Bagcik serbest tê darizandin, siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û parêzer tev li danişînê bûn.  Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) Parastina siyasetmedar Mesût Bagcik di roja sêyemîn de jî berdewam kir. Bagcik, bal kişand ser dosyaya di sala 2016’an de li Çewlikê derheqê wî de hatiye vekirin. Bagcik anî ziman ku ji ber xebateke Komîsyona Perwerdeyê ya DBP hatiye darizandin û wiha axivî: “Ez endamê DBP’ê bûm. Lê ne di komîsyona perwerdeyê de, di ya rêxistinkirinê de bûm. Xebatên me bûne mijara darizandinê. Akademiya ku weke sûc tê nîşandan, di rêziknameya partiyê de heye. Lê weke ku tiştekî ji wê cuda be hatiye nîşandan. Perwerdeya nava partiyê, mufredat û gelek mijarên din ji hêla rêvebernameya perwerdeyê ve tê diyarkirin. Li gorî rêziknameya partiyê heke ji bilî komîsyona xwe ez di komîsyoneke din de cih bigirim, ev dibe sûc. Lewma mimkin nîne min di wir de cih girtibe. Her komîsyon cuda ye û xwedî heman statûyê ye. Tu kes fermanan nade û mudaxileyî xebatan nake. Ji xwe li gorî rêziknameyê ev sûc e. Min heta niha tu sûcên disiplînê nekirine. Min tenê di komîsyona birêxistinkirinê de cih girt. Hemû xebatên min, mafê min ê destûra bingehîn e.”

Kesên diyar wekî ‘X-jin-mêr’ nîşan didin

Bagcik, dîroka kongreyê û nîşeyên din weke belge pêşkeşî dadgehê kir û axaftina xwe wiha domand: “Min bi xebatkarên partiyê re hevdîtin kir. Ev jî weke sûc hatiye nîşandan. Min bi dehan kesan re hevdîtin kir û heke dadgeha bixwaze amade ne ku şahidiyê bikin. Hevdîtinên min ên li ser telefonê jî di dosyayê de cih girtine. Kesên min pê re hevdîtin kirine jî weke ‘x jin-mêr’ hatine destnîşankirin. Vê yekê bi zanebûn dikin. Ez ê bêhneke din yek bi yek ji we re bibêjim bê ka ev kî ne. Ev yek, ji bo xapandina dadgehê hatiye kirin. Tevî ku dizanin ev kes kî ne, bi vî awayî hatine nîşandan. Çar hevdîtinên li ser telefonê di dosyayê de weke sûc hatine nîşandan. Ev her çar kes rêveberên fermî yên partiyê ne. Kesek nikare hevdîtina bi wan re weke sûc nîşan bide. Tevahiya axaftinan jî têkildarî xebatên partiya siyasî ne. Lê hevdîtinên telefonan hatine berevajîkirin û pê lîstine. Ev darizandina bi sala ye didome, bêhiqûqtî ye. Ji van kesên X-jin-mêr 3 jê endamên PM’a DBP’ê û yek jî Hevseroka HDP’a bajar e. Kesên lêpirsînê didomînin baş dizanin bê ka ‘X jin-mêr’ kî ne. Lê li şûna navên wan ‘X’ ê bi kar tînin da ku sûcekî biafirînin û mirovan manîpule bikin. Ev, kompaseke. Ez dixwazim ji şandeya we vê bipirsim; ev axaftinên li ser telefonê min kirin çawa dibin axaftinên derqanûnî?

Şandeya dadgehê heta saet 13.45’ê navber da danişînê.