13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrê Parastinê çû sînorê Colemêrgê

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Tirkiyeyê çû ser xeta sînor a Colemêrgê

Piştî ku Wezîrê Karên Derveyî Hakan Fîdan serdana Iraqê kir, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û şendeya pê re çûn ser xeta sînor a Colemêrgê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan duh serdana Iraqê kir. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya îro jî Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Tirkiyeyê çû ser xeta sînor a Colemêrgê. Gelek serfermandarên tirk jî bi Guler re çûn ser xeta sînor.  Guler serdana Fermandariya Leşkeriyê ya Colemêrgê kir û derbarê operasyonên li deverê Herêma Kurdistanê û Colemêrgê agahî ji fermandariya leşkeriyê wergirt. Yaşar Guler duh jî serdana Fermandariya Leşkeriyê ya Şirnexê kiribû.