18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi yekbûnê re dê ‘tifaqên dîrokî’ bibin çîrok

Planên dagirkirina Şengalê hemû têk çûn. Îradeya gelên Şengalê ji hemû êrîşan bi hêztir derket. Têkçûna planan jî hêrsa dagirkeran zêde dike, ji bo wê jî serî li rê û rêbazên cuda didin.

Em berê xwe bidin çûn û hatina di navbera Enqere, Bexda û Hewlerê û encamên wan hevdîtinan. Eger mirov balê bikişîne ser binavkirina medya Tirkiye ya ‘hevdîtina dîrokî’ em dikarin bêjin tişta dîrokî di vê hevdîtinê de bêguman heye, lê ev ne encama lihevkirina di 26 xalan e. Ketina ser çongan ya mala Barzanî ji bo serdana Erdogan e.

Bêguman em hemû jî gelek caran bûn şahîdên navên planên Erdogan ên girêdayî kurd û Kurdistanê. Vê carê jî navê planê xwe kirin ‘ewlekariya xeta hesinî û rêya geşepêdanê ya bi Iraqê re’. Jixwe êrîşên hewayî û bejahî ên dewleta tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê û li dijî welatiyên li her dera Kurdistanê tên zanîn. Yek ji hedefên sereke di wan êrîşan de jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi vî awayî em dikarin bi rehetî planên nû yên dewleta tirk bixwînin. Bi ser ‘cirantiya’ bi Iraqê re hewl dide rêya xwe ya dagirkirinê veke.

Ev rê bêguman bi destê Îstîxbaratê yê Tirkiye, Iraq û PDK’ê re wê mimkun be. Ji bo wê jî weke gelek caran dîsa firsendekê di destê xwe de bi kar tîne. Ji bo dewleta tirk ev yek firsend e, ji bo hikûmeta Iraqê jî gef e. Niha hûn dikarin bipirsin ka çi ye ku dibe sedem Iraq tev li hevkariyek wisa bibe, yan jî berjewendiyên Iraqê di nav hevpeymanê de çi ne. Belê tişta di ‘destê’ dewleta tirk de jiyanî ye. Av e.

Lihevkirina li ser esasê siyasî, aborî û ‘ewlekariyê’ pêk hat. Me ewlekarî xiste nava neynûka ji ber ku peyva ewlekariyê ev peyv e ku ew lê dikin. Di navenda vê xalê de jî bêguman PKK’ê heye.

Dijminahiya dewleta tirk a li dijî gelê kurd û civaka êzidî dîsa di vê hevdîtinê de bû mijarekê sereke. Bi israr hewl dide hikûmeta Iraqê PKK’ê bixe lîsteya terorê. Eger bi awayek fermî wisa be jî wê dewleta tirk ji niha jî rehetir bikaribe êrîşên xwe yên li dijî bi taybet Şengalê zêde bike. Heta niha jî hikûmeta Iraqê li dijî êrîşên dewleta tirk diparêze. Bi vê bêdengiya xwe jî erê dike, ji ber ku bêdengî tevlibûn û piştgirî ye.

Li Şengalê piştî fermana 2014’an şûnde pergal xwerêveberiyê hatiye avakirin. Êrîşên ku bi fermanê destpêkirin, bi peymana 9’ê Cotmehê dewam kirin. Lê li dijî wan êrîşan ewilî şervanên azadiyê derketin û fikrê Rêber Ocalan li wir bû bingeh. Planên dagirkirina Şengalê hemû têk çûn. Îradeya gelên Şengalê ji hemû êrîşan bi hêztir derket. Têkçûna planan jî hêrsa dagirkeran zêde dike, ji bo wê jî serî li rê û rêbazên cuda didin. Lê hesasiyeta raya giştî ji bo Şengalê ava bûye û ev yek dibe sedem ku bi awayek vekirî nikaribin planên xwe pêk bînin. Ji bo wê jî vêcarê bi rêya lihevkirinek bi vî awayî hewl tê dayîn. Eger niha piştî 12 salan, ‘cirantî’ çima were bîra Erdogan. Nêzbûnek bi vî awayî ji bo yek armancê ye. Ev jî xurtkirina destê xwe di şerê li çiyayên Kurdistanê. Sala 2021’an dîsa di vê mehê de şensê xwe li ser Garê ceriband û li wir binkeftinek dîrokî jiyan kir. Vê carê eger bikaribe bikeve Şengalê wê ji wir çiyayê Garê bikaribe dorpêç bike û di heman demê de xeta Rojava jî bixe bin kontrola xwe.

Binketina Erdogan a di hilbijartinan de wî ber bi şer ve dehf dide. Ji ber vê ye hevdîtina bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudan hiştiye piştî hilbijartinan. Ji ber vê ye jî di 16’ê nîsanê de dest bi êrîşên xwe yên li Metînayê kir. Aliyekê din yê hevdîtinan jî divê em li milê başûrê Kurdistanê bişopînin. Bi israra PDK’ê, Erdogan çû Hewlerê jî. Serdana ji bo başûrê Kurdistanê nîşaneya çiye baş tê zanîn. PDK’ê vêcarê jî, ji xeta xwe ya dijminahiyê şaş nebû û ala Tirkiye bilind kir. Heskirina dijminê kurdan a PDK’ê jixwe ne tiştek nû ye. Di vê serdanê de jî şova xwe kirin û hemû nerazîbûnên gel jî paşguh kirin. Kolan û qeleya Hewlerê bi rengê sor yê ala tirk hatin pêçandin. Piştî referandumê sala 2017’an Erdogan ji bo PDK’ê got; ‘’Nekarî mûçeyê karmenda bide, serî li me da. Wê encama referandûmê ji niha û pê ve be. Kar li vir nû destpê dike. Çar aliyên te hatin dorpêçkirin qey tu çi bikî, tuyî biçî ku?’’ Belê niha 8 sal bi ser de çûn û em dibêjin; Ma qey ev jî pirs e? Li holê e ye diçe ku. PDK’ê bi kelecanek mezin her carî li dijî berjewendiyên gelê kurd, berê xwe dide dewleta tirk. Li gel dijminên mirovahiyê, dijminahiya gelê kurd dike.

Yek ji astengiyên li başûrê Kurdistanê jî YNK ye, ji ber vê jî herî dawî wezîrê karên derve yê Tirkiye Hakan Fîdan vekirî gef li YNK’ê xwaribû. Bi zextan dixwazin şer û aloziyan derxînin. Lê bi wan gefan jî bêçaretiya dewleta tirk û mala barzanî tê dîtin. Hemû planên wan ên qaşo ewlekariyê li ser benek zirav hatine kirin û aliyên wê benê ne di destê dagirkeran de ne. Yên ku gotina dawî dikin gelên herêmê ne. Weke planên qirkirinê yên beriya niha, ev plan jî dikarin werin têkbirin û wê werin têkbirin jî. Bi salan e li hemû qadan ji siyasetê bigire heta qada şer ya li çiyayên Kurdistanê bixwe şerek dijwar dewam dike, lê êdî kêr gihiştiye hestûyê. Ne îro be jî êdî ev ‘tifaqên dîrokî’ bi destê gelên azadîxwaz wê bên avêtin ser sergoyê dîrokê.

Gerîla li milekê roj bi roj derbê li dewleta tirk a dagirker dixe. Gel jî li milekî dengê xwe li dijî hemû hewldanên dagirkeriyê bilind dike û bi hêza ku ji gerîla girtiye li ber xwe didin. Li vir mirov balê bikişîne ser êrîşa li dijî Çapemeniya Azad jî wê di cih de be. Yek ji amûrên ragihandina dengê gelan jî ragihandin bixwe ye. 23’yê nîsanê li dijî qenalên televîzyonê Sterk Tv û Medya Haber Tv’ê êrîşek pêk hat. Bêguman ev êrîş jî, li milekî dikare bi êrîşên li dijî gerîlayan were destgirtin. Rejîseurê vê êrîşê jî Erdogan e û vî yekê bi tekiliyên xwe yên bi dewleta Belçîkayê re pêk anî. Şerê ragihandina di sedsala 21’emîn de nayê înkarkirin. Rol û mîsyona ragihandinê di gihandina dengê gel jî li ber çavan e.

Eger ne ji ragihandina azad ba, wê bi dehan komkujiyên Erdogan ên heta roja îro hatibana nixûmandin. Ev e sedem ku çapemeniya azad bû hedefa dewleta tirk a dagirker. Bi vî awayî dixwaze bingeha êrîşan deyne û bi rehetî û bêşahîd dixwaze wehşeta xwe bide jiyankirin. Dengên ji raya giştî li dijî wan kiryaran bi awayek xurt derketin pêş. Ya rast jî ev e. Ji ber ku çapemeniya azad naye bêdengkirin! Dengê heqîqetê wê bi her awayî derkeve!

Tekane rêya têkbirina tecrîd, qirkirin, dagirkerî û şerê faşîzma Erdogan û hevkarên wî, berxwedana hevpar a gelê kurd û gelên azadîxwaz e. Bi vî awayî dê ‘tifaqên dîrokî’ bibin çîrok. Ez di baweriyê de me wê 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê jî bi vî ruhê berxwedanê were pîrozkirin. Wê bibe derfetek baş ji bo careke din ji dagirkeran re were nîşandayîn bê ka hêza rêxistinkirî ya gel bi êrîşan nikaribe were astengkirin. Ji niha ve Roja Karkerên Cîhanê pîroz be!