26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bigirî Asê!

Li ser axa welatê me çîroka her tiştî heye. Çîroka baranê, keviran, heriyê, her kulîlkê û her zindiyan. Tu kevir tenê ne kevir e. Keç, kur, dayik, bab, hezkiriya kesekê ye wî kevirî bi wate dike. Ya reng daye her kulîlkê xwîna yekî pir hatî û tê hezkirin e.  Her çemekî me, lorîkekê dibêje. Bi kul û kovan in rûbarên me. Her çiyayekî me efsaneyekê di dilê xwe de hildigire. Yar û welatê bindestan in. Her kanî rondikeke çavan e li ser vê axê. Hêvî ye, bawerî ye; vîn, xweragirî û berxwedan e ya giyan dide axa me û ev ax rûyê me yê rast e; nexşeya dilê me ye ev ax, ma kî bi qasî me dizane vê rastiyê?

Çîroka ez bêjim jî çîroka Asmîneke vê axê ye; dîmenek ji jiyana zarokên welatê me, hewar û gaziya dilê dayîkekê ye. Roja pêncê hezîranê bû; Wargeha Mexmûrê ji aliyê firokeyên bêmirov ên dewleta tirk ve hat bombebarankirin. Bombe li pêş deriyê parka di navbera dibistanên wargehê de teqiyan û wekî mezinan zarokan jî şahidiya kujeriya dewleta tirk kir. Asmîn jî zarokek ji wan e ku hêj temenê wê heft salî bû. Ev nivîsa min naveroka gotinên dayika wê ye.

Destpêkê dengek hat, gurmîniyekê deng veda li hişê wê. Asê bi deng re wekî kulîlkeke lavlavê ya li ber tava havînê ya nîvro çilmisî. Birûskên tirsê komkirin ewrên çavên wê. Paşê toz û dûkêlek mezin bilind bû; hinek din xwe guvaşt ser hev di hembêza dayîka xwe de û lerzê xwe gihand lêvên wê. Firokên cengê li baxê zarokatiya wê mirin barandibûn û dîmenek tirsnak xuya bû li pêş çavên wê. Qîr û hewar bi Asê ketibû û agir ketibû nava cergên dayika wê û wiha gazî kir:

“Bigirî xunçegula dilê min. Asmîna çolê bigirî. Bigirî heta hişê vê serdemê di rondikên te de şarav bibe keça min. Bigirî bila edawên wijdanên rizî yên şerxwazan bi rûbarên rondikên te bên şûştin. Bigirî berxa min… li beramber heyîna bêdadiyê, bêmafiyê, zilm û zordariyê, herî zêde jî ji heyîna koletiyê bigirî delala min. Ne şerme tu bigirî Asê. Lê, şermê jî bizane xunava li ser perikê dilê min.”

“Bizane keça min; ya şerm şer e, kuştin e, talan e. Ya şerm çavên te yên dexelî bi tirsê avdan e. Ya şerm bêdengiya li beramber van tevan e. Rihê kirêgirtî, hişên dagirkiriyê şerm e keça min.  Bigirî heta awirên te dibin birûsk û vê deqa reş a li eniya mirovatiya vê çaxê dikole û tune dike bigirî. Ji bo vê mirovatiya mirî jî bigirî keça min. Li ser şîşan û nêrgizên li ser qebrên miriyan bibarîne rondikên xwe, qêrîna xwe bigihîne hinavên axê, bila asîman avis bibin ji hewara te.”

“Bigirî delaliya diya xwe. Bila hemû kulîlk li ber rondikên te bibişkivin û bi hev re bigirîn. Çavê xwe bike bendavên rondikên hevtemenên xwe yên penaber in di dilê vê cîhanê de û li ser qesr û koşkên jiyankujan de berde; bila bibe tofan, di rondikên we de bixeniqin yên bi destên xwe yên gemar diqurçifînin temenên we.”

“Bigirî xifşexezala min a li beriya Mexmûrê; bigirî û dilên bûne çolistan bi rondikên xwe av de keça min.”

“Belkî şîn bibin û bibihîzin qiçeqiça dengê şewata hinavên dayika te, bibînin gêsnên jana bêçariyê yên dikêlin xetên rûyê babê te. Belkî pê bihesin di xewnên şevan de dêwên heftserî dimijin xwîna tiliyên hêviyên xuşk û birayên te û tirs û fikar konên xwe yên çardehstûnî datînin ser singa pêşerojên te.”

“Bigirî kulîlka min a tovçiyayî ya di singa çolê de vebûye. Bigirî Asê; bila çiya di rondikên te de siqa bikin vîna xwe. Dilê xwe ji çiyayiyan re bike çeper, bila şerxwazan bikujin û bi destên şervanên çeperên rondikên te bên tunekirin hemû şer.”

“Bigirî ku daristanên kezîbirî, balindeyên hêlîn şewitîn û ferxik lê mirîn, malên agirê kuçik û çirayên wan vemirîn, tirsonekên li ber zilmê û zaliman serî şor kirin, xayînên ji bo pariyek bermayiyên xelkê rûmeta xwe ji bîr kirin jî vejîn û raperîn di rondikên te de keça min.”

“Bigirî keça min. Dilên ji hêvî, bawerî, hezkirin û evînan dêm mayîn jî av bide bi rondikên xwe û bila azadî li baxên jiyanê li ber kaniyên dilê te av bide Nêrgiz, Sosin, Beybûn, Binefş, Berfîn, Şilêre, Lîloz û Asmînan. Bigirî keça min; heta girî xwe bi rondikên te bişûn û tavên hemû sibeyan di kenê te de hiltên bigirî.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê