3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bikaranîna çekên kîmyewî li Australyayê hate şermezakirin

Rojnamevanê Kurd ê awustralyayî Rênas Lêlîkan, ku berî deh salan li çiyayên Kurdistanê, li ser jiyana têkoşerên azadiyê lêkolîn kiribûn, got ku ji sala 1999’an û vir ve çekên kîmyewî li dijî tevgera azadiya Kurdistanê tê bikaranîn.

Di 19’ê cotmehê de li paytexta Awustraliya, Sydneyê kurdan ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên kurd xwepêşandan kirin.

Hêzên Parastina Gel HPG’ê, di 18’ê cotmehê de dîmenên biêş belav kirin ên du cangoriyên azadiyê Baz û Helbest ku di nav wan 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî hatibûn kuştin de bûn.

Artêşa tirk bi awayekî aşkera çekên kîmyewî yên qedexekirî di şerê xwe yê li dijî Kurdan li başûrê Kurdistanê bi kar tîne.

Bijîşka gerîla Zîlan Mêrdîn a ku alîkariya ewil da cangoriyên azadiyê, şerê li tunelên Werxelê weke “gelekî dijwar û mayînde” bi nav kir.

Zîlan Mêrdîn wiha berdewam kir û got:  “Hema bêje her roj di têketina tunelan de dijmin pêşî bombeyên mezin diteqîne, yekser pişt re an jî di heman demê de gazên curbecur û gazên jehrîn jî bikar tîne.”

Mêrdîn wiha li axavtina xwe zêde kir û got: “Em dizanin ku çekên kîmyewî yên dewleta tirk hene ku bandorên wiha dikin û ji van çekên kîmyewî re dibêjin ‘gaza nervê’ û ‘maddeyên ku kapasîteyê xira dikin’. Tabun, soman û sarîn wekî çekên kîmyewî bikar tînin. Her çend ‘ajanên astengkirina kapasîteyê’ li deverên vekirî bi tevahî kujêr nebin jî, dema ku bi tundî li deverên girtî werin bikaranîn mirovan dikujin. Wekî ku ji navê vê çeka kîmyewî jî diyar dibe, di nav xwe de pergala damarî û îradeya mirovan ji holê radike.”

Mêrdîn destnîşan kir ku bi heman rengî bandor li gerîla Baz jî hatiye û wiha got: “Dema heval gihîştin wî û ew derxistin derve, tiştek nehat bîra wî, bêhiş bû. Weke ku dîn bûye tevdigeriya. Nefes giran bû. Pergala wî ya respirasyonê û pergala nerva navendî bi xirabî bandor bûbû. Weke ku di dîmenan de jî tê dîtin, zêde xwîdan û lerizîna laşê wî hebû.”

Rêxistinên Kurdan bi salan e ku dibêjin artêşa tirk çekên qedexekirî yên kîmyewî û çekên din ên ne konvansiyonel bikar tîne, tevî ku Tirkiye peymana çekên kîmyewî îmze kiriye.

Lêlîkan di berdewamiyas axaftina xwe de got ku di nûçeyên televîzyonên tirk de dîmenên efserên artêşa tirk ên ku fermana bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayanm didin hene.

Lêlîkan wiha berdewam kir û got: “NATO’yê wê demê jî ji bo bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan ronahiya kesk dida dewleta tirk û niha jî heman tiştî, dike.”

Herî dawî, efserekî artêşa tirk di weşaneke zindî de pesnê xwe da ku wan ji sala 2021’an û vir ve çekên kimyewî yên biçûk ên taktîkî jî li dijî azadîxwazên Kurd bikar anîne.

Lelîkan anî ziman ku ew “çekên kimyewî yên taktîkî” ji stokên NATO’yê ne û ji ber vê yekê bêyî pejirandina Dewletên Yekbûyî nekare were kirin.

Rêxistinên Kurd bang li Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û saziyên navneteweyî yên din ên ku ji çavdêriya bikaranîna van çekan berpirsyar in, kirin ku li ser van sûcên şer lêkolînan bikin û bikarê xwe rabin. Li ser van bangan Bijîşkên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê kîmyewî piştgirî da bangên ji bo vekolînek bilez ji hêla rêxistinek serbixwe ve.

Çavkanî: https://www.greenleft.org.au/

Wêne: Peter Boyle