spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdistaniyan li pêşiya Parlementoya Ewropayê çalakî li dar xistin

Kurdistanî û dostên kurdan li pêş avahiya Parlementoya Ewropayê li dijî bi kar anîna çekên kîmyewî çalakî li dar xistin û bêdengiya saziyên Ewropayê şermezar kirin.

Bi banga Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdîstaniyên Ewropayê (KCDK-E) Kurdistaniyên li Ewropa tevî dostên xwe li qada Luksembûrgê ya li pêşiya Parlamenta Ewropayê li hev civiyan û bêdengiya hikûmetên rojavayî û saziyên navneteweyî ya li hemberî êrîşên çekên kîmyewî şermezar kirin.

Leşkerên tirk çekên kîmyewî bi kar tîne

Ji herêmên navîn ên Elmanya û Fransayê gelek kes tev li çalakiyê bûn û bi dehan kes jî ji bo balê bikişînin ser êrîşên kîmyewî kincên spî li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Erdogan terorîst”, “Tirkiye bombe dike, NATO fînanse dike” hatin qîrîn. Di xwepêşandanê de wêneyên 17 gerîlayên ku di êrîşa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane û bi navê amadekarên çalakiyê belavok hat xwendin. Di belavokê de hat bibîrxistin ku HPG’ê gelek dîmen weşandiye ku ev nîşan dide leşkerên tirk ên dagirker li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Divê OPCW guh bide gelê kurd û IPPNW û pisporên navneteweyî. Divê mijara êrîşên artêşa tirk a bi çekên kîmyewî êdî binirxîne. Divê OPCW bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve lêkolîn bike, şermezar bike û tavilê rawestîne.”

Gerîla paşeroja kurdan e

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç li çalakiyê axivî û got: “Gerîla paşeroja azad a gelê kurd e. Divê her kes xwedî li paşeroja xwe derkevin û ji bo vê seferber bibin. Em PDK’ê şermezar dikin ji ber ku nahêle pispor li herêmê lêkolînan bike.”

Bila heyetek biçe başûrê Kurdistanê

Piştî axaftinan çalakgeran berê xwe dan Parlamenta Ewropayê, lê belê bi dehan polîsan pêşî li wan girtin. Polîsan li hemberî çalakgeran gaza îsotê bi kar anîn û ev yek bandor li gelek çalakgeran kir. Her wiha polîsekî jî bi gotinên tirkî bi ser çalakgeran ve çû û vê yekê alozî mezintir kir. Çalakgeran jî polîs nîşan da û dengê “faşîst” ji qadê bilind bû. Bi polîs û TOMA’yan dor li çalakgeran hat girtin. Piştî destûr hat dayîn ku bi navê çalakgeran heyetek ji sê kesan bikeve Parlamenta Ewropayê alozî bi dawî bû. Di dosyayê de, ku ji aliyê KCDK-E’yê ve hat amadekirin ji Konseya Ewropayê, saziyên navneteweyî hat xwestin ku ji bo lêkolînkirina mijarê bikevin nava liv û tevgerê. Ji OPCW jî hat xwestin ku çawa heyetek li ser lêkolînkirina êrîşa kîmyewî şand Gûta û Dûmayê, bi heman rengî bişîne başûrê Kurdistanê.