17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokên Giştî yên HDP’ê ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Edaletê dan

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Wezareta Edaletê dan.

Hewldanên HDP’ê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomin. Di vê çarçoveyê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi armanca  ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Wezareta Edaletê dan.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya partiya xwe de der barê mijarê de daxuyanî û diyar kir ku Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan û wê jî di nava şandeya serlêdanê de cih girtine.

Gunay, bang li Wezareta Edaletê kir ku bersiv bida serlêdana wan.