27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bila kiryar bên cezakirin

Baroyên 14 bajaran bi daxuyaniyeke diyar kirin ku ev êrişên nefretî di şexsê Amedsporê de li hemberî tevahiya gelê kurd hatine kirin û xwestin ku kiryar bên cezakirin

Amedspor ku di Koma Spî ya Lîga Duyemîn de têdikoşe, ji bo maça bi Bursasporê re şevê din çû Bursayê. Ji şevê din heta niha jî rastî êrişên nîjadperest tê. Alîgirên Bursasporê beriya maça ku dê saet di 14.00’an de li Stada Tîmsah Arenayê dest pê bikira ketin sehayê, alaya tirkan a bi dehan metre dirêj û pankarta “Heta stûna asîman tê standin dê hîv stêrk hikûm bike” vekirin û dirûşmên nîjadperest berz kirin. Balkêş e ku bi dehan kesên pankart vekirîn li hemberî kamerayê rûyên xwe girtin.

Polîsan tenê temaşe kirin

Êrişên nîjadperest veguherîn êrişên fîzîkî. Tevî ku li derdora sehayê gelek polîs hebûn jî, alîgirên Bursasporê lîstikvanên Amedsporê hedef girtin. Hinek rêveberên Bursaspor û Amedsporê hewl dan pêşî li ber êrişan bigirin lê polîsên li stadê tu mudaxele nekirin û tenê temaşe kirin. Di dema êrişê de bi hezaran alîgirên li trîbûnan dirûşma “Lêxin, lêxin” berz kirin.

Baroyên Agirî, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Dersim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê têkildarî êrişên nijadperest ên organîzekirî yên ji aliyê alîgirên Bûrsasporê li hemberî lîstikvanên Amedsporê hatin kirin, daxuyaniyeke bi nivîskî belav kirin. 14 baroyan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku êrişên hatine kirin êrişên nefretî ne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin êrişên nijadperest ên di maça Amedspor-Bûrsasporê de, di şexsê Amedsporê de li hemberî tevahiya gelê kurd hatine kirin û xwestin ku kiryar bên cezakirin.