10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê biryara namzetê serokkomariyê hişt piştî civîna Tifaqa Ked û Azadiyê

Rojeva HDP’ê ya esasî xebatên li herêmên erdhejê ne, li hêla din xebatên hilbijartinê jî temam kirine. HDP’ê, biryara xwe ya dawî ya ji bo namzetiya serokkomariyêhişt piştî civîna Tifaqa Ked û Azadiyê.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ozgur Paksoy der barê civîna Tifaqa Ked û Azadiyê de agahiya dawî parve kir. Piştî geşedanên nelihevkirinên Tifaqa Milet a têkildarî namzetiyê serokkomariyê, Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 4’ê adarê de bi awayekî awarte civiya û nîqaşên berfireh kirin. Di civînê de namzetiya serokkomariyê û nîqaşên têkildarî pêvajoya hilbijartinê bo piştî civîna Tifaqa Ked û Azadiyê hatin hiştin.

Erdhej hê li rojeva lipêş e

Rojeva sereke ya HDP’ê erdhej û derxistina cenazeyan ji bin kavilan e. Di vê çarçoveyê de tevahiya avadaniya HDP’ê li herêmên erdhejê hatine seferberkirin û biryar hat dayîn ku ev xebat bêhtir bên xurtkirin. HDP, xebatên xwe yên li bajar û navçeyan di bin konteyniran de dimeşîne, Meclisa Jinan, Meclisa Ciwanan, parlamenter, lijneyên partiyê û dilxwaz jî dê li herêmên erdhejê bimînin. HDP, definkirina bi hezaran kesên di bin kavilan de weke rojeva sereke dinirxîne û li hêla din dê giraniya xwe bide ser xebatên jinûveavakirinê.

HDP ji bo hilbijartınan amade ye

Der barê rojeva hilbijartinê de, di civîna MYK’ê de nîqaşên berfireh hatin kirin. HDP’ê bi tifaq, pêkhate û lijneyên xwe amadekariyên hilbijartinê temam kirine, bêyî ku xebatên li herêmên erdhejê bide sekinandin dê starta hilbijartinê bide û dakeve qadan.

Biryara namzet piştî civîna tifaqê

Di civînê de krîza di nava Tifaqa Milet de jî hate nirxandin. Ji ber erdhejê, mijara namzetiya serokkomariyê nebû rojeva sereke ya HDP’ê û hewldana derxistina namzetê/a serokkomariyê jî hate nirxandin. HDP dê van nîqaşan di civîna Tifaqa Ked û Azadiyê de bike rojev û binirxîne. Biryara herî dawî jî dê piştî civîna Tifaqa Ked û Azadiyê were dayîn.

Riya sisiyan dê bê hêzkirin

Lê belê xebatên HDPê yên ji bo bihêzkirina Riya Sêyemîn û berfirehkirina tifaqê jî berdewam in. Tê gotin ku meyla hinek partiyên siyasî li ser Tifaqa Ked û Azadiyê heye û di vê çarçoveyê de hinek hevdîtin tên kirin.