18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Pakistanê êrîşa xwekujî: kuştî û birîndar hene

Li dijî polîsên Pakistanê êrîşa xwekujî pêk hat. Di encamê de 9 polîs hatin kuştin û 16 polîs jî birîndar bûne.

Berdevkê Polîsên Pakistanê Mehmûdxan Notîzay ku ji Reutersê re axivîbû, da zanîn ku di êrîşa xwekujî ya li başûr rojavayê Pakistanê de 9 polîs hatine kuştin, 16 polîs jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên medya Pakistanê Otobusek ku polîs tê de bûn, dema ji peywira xwe ya parastina festîvaleke folklorî vedigeriyan, rastî êrîşeke xwekujî hatine.

Êrîş îro serê sibehê li navçeya Kaşî ya ku 120 km dikeve başûrê rojhilatê Quettaya paytexta eyaleta Belûcistanê pêk hat.

Di meha çileyê îsal de jî di mizgefteke li çargoşeya ewlehiyê ya girêdayî polîsên Bîşawr de teqîn pêk hatibû, di encamê de 93 kes hatibûn kuştin, 170 jî birîndar bûbûn.