4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vîdeoya HDP’ê, ‘Di erdhejê de mehek’: Hûn ê hesab bidin

HDP’ê vîdeoyeke ji daxuyaniyên îktîdarê yên di nava mehekê de ji bo erdhejê kirine pêk tê parve kir û wiha got: “Hûn ê hesab bidin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî erdhejên navenda wan Gurgum de vîdeoyek amade kir. Di vîdeoyê de cih da tiştên di nava vê meha pêşîn a erdhejê de qewimîn. Vîdeo bi vê nîşeyê hate parvekirin: “#1meh derbas bû, me nekarî windahiyên xwe bihejmêrin, me nekarî bo wan kefen peyda bikin. Em ê ne rê bidin înkarkirina êşan û ne jî hewldanên faşîstane. Lê hûn ê hesab bidin!” Di vîdeoyê de cih dan heqaretên Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ên ji ber berteka “Dewlet tune ye” li gel û siyasetmedaran kiribûn û lixwemikûrhatinên wî yên li Semsûrê. Her wiha heqaretên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên li mexdûrên erdhejê kiribûn û pratîkên AFAD’ê yên piştî erdhejê ku bi firotina konan bûne rojev jî di vîdeoyê de cih girtin.

HDP’ê di vîdeoyê de cih da dirûşma “Hikumet îstîfa” ya li trîbûnan olan dide jî û ev peyam da: “#1meh derbas bû, DÎROK HÊ jî 6’Ê SIBATÊ YE EM Ê HESAB BIPIRSIN.”