8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Başûr: Divê ‘Jin Jiyan Azadî’ têkeve pratîkê

Bi boneya 8’ê Adarê li Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî Nexşerêya Şoreşa Jinan e’ panelek hat lidarxistin

5`ê Adarê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî Nexşerêya Şoreşa Jinan e’ panelek hate lidarxistin. Berpirsa Rêxistina Dabîn Dilsoz Zengene, Berpirsa Peywendiyên Karên Derve yên KJAR’ê Rozerîn Kemanger û Nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Roza Hesen beşdarî panelê bûn.

Piştî temaşekirina belgefîlmekê li ser têkoşîna jinan, beşdarvanên panelê li ser bandora dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li ser têkoşîna jinan, rengdayîna şoreşa jinan ya li Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinan li Rojhilatê Kurdistan û destkeftiyên wan li gel çend pirsên din, nirxandinên xwe anîn ziman.

Jinan parastina welêt girtine ser xwe

Nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Roza Hesen di panelê de axivî û wiha got: “Divê jin di nava şoreşê de pêşengtî ji civakê re bikin. Divê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tenê wek dirûşmeyek neyê destgirtin, divê pratîkî were destgirtin. Tevî hemû astengiyan li Rojavayê Kurdistanê jinan qonax bi qonax, bi sîstema Rêveberiya Xweser li ser bingehê jina azad û civaka azad xwe rêxistin kirin. Niha bi hezaran jin di çeperan de beşek mezin yê parastian welat girtine ser xwe.”

Berpirsa Peywendiyên Karên Derve yên KJAR’ê Rozerîn Kemanger di panelê de balkişand li ser şoreşa jinan ya bi navê Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bilindbûyî û wiha axivî: “Ji serhildanên herêmên din cudatir, jin ji bo azadiyê divê bedelê herî mezin, canê xwe bidin. Gelek caran ji bo berevajîkirina şoreşa jinan ya li Rojhilatê Kurdistanê û derxistina ji destê jinê hewl hate dayîn, li beramberî vê jinan bi îrade û bawerî têkoşîn dikir.”

Berpirsa Rêxistina Dabîn Dilsoz Zengene di dewama panelê de nirxandinên xwe anî ziman û wiha pê de çû: “Sedsala 21. bûye sedsala jinan. Dubarebûna dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di şoreşa Jîna Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê de, li dijî sîstema zilamsalarî bû sembola azadîxwazan. Vê carê Jîna ne nûnerê zilam e, nûner û afirênerê şoreşa jinan ya li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji beriya niha digotin divê em mêr bin, lê niha ji bo mêrxas û azad bin, divê em jin bin.”