12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’

Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê vê hefteyê çalakiya xwe yên ku binçavkirine hatine windakirin aqûbeta bi pirsin hefteya 737’emîn de berdewam kir

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya xwe yên ku binçavkirine hatine windakirin aqûbeta bi pirsin hefteya 737’emîn de berdewam kir. Çalakiya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Zeynel Kursep ê ku di 24’ê adara sala 1994’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê ji aliyê du kesan ve hatibû revandin, hat pirsîn.

Piştre hatibû hînkirin ku Kursep ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hatiye revandin û 6 rojan di binçavan de dimîne û wî dibin stargehê. Li stargehê ne bi tenê Zeynel, gelek kes li wir hatine ragirtin.

Cil û bergên kurdî dibe hinceta binçavkirinê

Sekreterê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven di daxuyaniyê de bal kişand ser îşkenceyên polîsan ku di Newrozê de li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê polîsên tirk li zarokê 14’e salî kiribûn. Yakûp diyar kir ku di Newroza Amedê ji cil û bergên kurdî re astengî hatine derxistin û wiha got: “Kesên ku di xwestin bi cil û bergên xwe ên herêmî biçin qada Newrozê, mixabin di pîrozbahiyê de ji gelek tiştan re dibûn asteng. Ji roja ku Komar hatiye avakirin heta îro hebûna gelê kurd ziman, çand, dîrok, nasname û mafê jiyana wan azad tê astengkirin. Bi sed salane ku ev cil û bergên me yên wekî şalwar, êlek û wekî rengên me yên kurdî hene, wan jî bi sedan sal e ev cil ji aliyê kal û bavê me ve hatine lixwekirin. Lê mixabin ji ber van cilên me em têne binçavkirin jî. Em van sepanan qebûl nakin, ji ber ku ne hiqûqîye. Mîxabin di heman rojê de li navçeya Licê jî gelek tiştên nexweş me bihîst ku zarokekî kurd ê 14 salî ji aliyê polîsan ve hatibû îşkencekirin. Li gor daneyan gelek tundî lê hatiye kirin û di laşê wî cihê derbên polîsan me li ber çavan dît.”

‘Zeynel Kursep bi darê zorê tê revandin’

Rêvebera ÎHD’a Amedê Derya Yildirim jî di daxuyaniyê de çîroka Zeynel Kursep ê ku di binçavan de hatibû windakirin xwend. Derya bal kişand ser buyerên ku di salên 1994’an çawa ji hêla dewleta tirk ve hatine kirin û wiha axivî: “Zeynel Kursep di sala 1994’an de ji aliyê du kesên bi çek ve li nexweşxaneya dewletê ya Êlihê, bi darê zorê tê revandin. Piştre tê hînkirin ku ji aliyê Rêxistina Hîzbullahê ve hatiye revandin. Zeynel Kursep 6 rojan di malekê de girtî dimîne. Piştre dibin stargehê û li wir jî gelek kesên din hene. Kesê bi navê Fahrettîn Tan jî du sê meh bû desteserkirîbû, li wir bûye. Piştî ku Zeynel Kursep dibin wir nêzîkê salekê li wir tê hiştin. Piştî demekê dirêj wî ji wir dibin gundê Zorava yê Êlihê, li stargeha ku dibin xaniyê Azîz Onluk, li wir dihêlin. Piştî ku wan tînin wir bi xwestina fidye, Fahretîn Tan mehek piştre berdidin. Fahrettîn Tan tê berdan û Zeynel Kursep, Mahmût Demîrer, Îsmaîl Agaya û Resûl Saçan li wir tên hiştin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 574’emîn de heman çalakiyê li ber Peykerê Mafên Mirovan li serê Cadeya Gulistanê li dar xistin û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Nezîr Tekçî yê di 28’ê nîsana 1995’an de li mezraya Yekmalajorî ya bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve ku tê binçavkirin û carek din agahî jê nayê girtin, hat pirsîn.

Rêveberê ÎHD’a Êlihê Ahmet Şîray daxuyanî xwend û diyar kir ku heta ew encamê bigirin dê çalakiya xwe bidomînin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.