28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

OHD: Em azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dixwazin

OHD’ê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan daxuyaniyek da û wiha got: “Divê cezayê heta heta yê ku bi qest kirina jiyana birez Ocalan bûye zagon bê rakirin. Em daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan careke din tînin ziman.”

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan ku ji 25’ê adara 2021’î ve agahî jê nayê girtin, li Şaxa xwe ya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên OHD’ê yên Navenda Giştî, Şaxên OHD’ê yên Amedê, Îzmîr û Rihayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniyê yên Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re yên Med’ê (MED TUHAD-FED), Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tev li daxuyaniyê bûn.

Hevberdevka Navenda Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergulê metna daxuyaniyê xwend.

Ergulê destnîşan kir ku Tirkiye di dîroka Komara xwe de krîza herî civakî, siyasî, aborî û çandî dijî. Ergûlê da zanîn ku dema ku hikumet hewl dide qeyrana piralî ya heyî li gorî krîzên cîhanî pênase bike û bi polîtîkayên Rewşa Awarte bitepisîne. Ergul wiha domand: “Bi krîza mirovî ya ku piştî erdhejê derket holê, rewabûna desthilatdariya siyasî ya ku bi temamî zemîna xwe ya hiqûqî winda kiriye, dîsa hejand. Li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê ku nîqaşa hiqûqê bi temamî hate rawestandin, tecrîdên ku li ser birêz Abdûlah Ocalan û girtiyên din, veguherî rewşa bi nêzîkatiyên çareserî û neçareseriyê yên pirsgirêka kurd ve girêdayî. Berdewamiya siyaseta bêçareseriyê di her serdemê de tecrîd û qeyran kûrtir kiriye. Serdemên ku li Îmraliyê riyên hevdîtin û diyalogê yên bi Ocalan re hatin vekirin, serdemên ku çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê dihat nîqaşkirin, çanda demokrasiyê bilind dikir.”

CPT’yê şertên giran piştrast kiriye

Ergulê bi lêv kir ku li aliyê din Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê rapora serdana xwe ya Gulana 2019’an tam piştî 15 mehan aşkera kir. Ergulê da diyar kir ku CPT’yê şert û mercên Girtîgeha Tîpa F a Gravê weke pêkanînên dijmirovahî pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “CPT’yê bang li desthilatdariya siyasî kir û bi bîr xist ku divê Ocalan bi cîhana derve re têkeve nava têkiliyan. Herî dawî CPT di serdana xwe ya li Tirkiyeyê ya di navbera 20-29’ê Îlona 2022’yan de çû Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê, lê hêj rapora xwe aşkera nekiriye. Tevî hemû hewldan û serlêdanên me jî tam 2 sal in em nikarin ji birêz Abdûlah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş xeberê wergirin. Ji Abdûlah Ocalan ku 24 sal in di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, ji 25’ê adara 2021’î û vir ve tu agahî nayên girtin.”

Divê Ocalan bi awayê fizîkîserbest be

Ergulê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê careke din dubare dikin ku em vê rewşê qebûl nakin û niha pê de jî qebûl nakin. Ev îtîrazên me ji bo betalkirina qanûn û pêkanînên îdame û cudaxwaz û tecrîda giran a li ser birêz Ocalan e. Divê cezayê heta heta yê ku bi qest kirina jiyana birez Ocalan bûye zagon, bê rakirin. Em daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan careke din tînin ziman.”