12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

LaWjeyê ji nû ve deng da berhema ‘Ho dilo’

LaWje muzîka Colemêrgê ya kevneşopî berhev dike û li ahenga roja îro tîne. Di vê çarçoveyê de LaWjeyê berhema , “Ho Dilo” aranje kir û ji nû ve gihand guhdarên xwe.

LaWje muzîka Colemêrgê ya kevneşopî berhev dike û li ahenga roja îro tîne. Di vê çarçoveyê de LaWjeyê berhema , “Ho Dilo” aranje kir û ji nû ve gihand guhdarên xwe. Berhema ku gotin û muzîka wê aîdî M. Taha Akreyî ye sazkirina wê ji aliyê solîstên LaWjeyê Alî Tekbaş û Metehan Dada hate çêkirin. Tekbaş deng didê, di piyano de Metehan Daha, di kevana Quartet de İstanbul Strings, di kemanjeniyê de Metehan Dada û Bakî Kemanci, di Viyola de Ozgur Arkûn, di Viyolonselê de  Tîmûr Atasever cih digirin.

Klîba berhemê  jî ji mirêsdariya berfînên binetara çiyayê  Cilo vekirine pêk tê.

Gotinên stranê wiha ne:

“Ho ho dilo pir bi kulo

Yarê barkir, xoşî hemî me havêtin

Şahî hemî me darêtin

Dawet û dîlan û sema

L’nav çîmen û rexê çema

Hinde hinde hinde hinde hinde

Hinde êdî me nevêtin

Ho ho dilo

Hinde dê bî cihê xema

Madem barkir yara dema

Tû bibêje pirasiya xo dişkênin xo dirizînin

Di bine rejî d’bine şema

Hinde hinde hinde hinde hinde

Hinde me çi şol p’we nema

Ya min d’viya ya min d’parast

Ya we d’viya ya we d’parast

Ji havîna, ji zistana

Ji baran û birîsiya

Em firotîn bi erzanî

Me ne zanî me ne zanî

Me ne zanî me zanî

Catî evînî û cakîya

Dê me hêlît dê me kêlît

Bi neynûkên tiblên pîya

Oho dilo dilo dilo dilo dilo

Ho ho dilo pir bi kulo.”