12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Tirk ji bejahî û hewayî de êrişê qadên gerîla kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku artêşa tirk bênavber bi balefir, helîkopter, obus, tank û çekên giran li êrîşî çeperên berxwedanê dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa tirk ev agahî weşand. Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê êrîşan de wiha hatiye parvekirin: “Li herêma Zapê; di 24’ê Adarê saet 19.00 û 20.30’an de dagirkeran 2 caran êrîş birin ser çeperên berxwedanê yên Sîda û hêzên me jî ji bo parastina xwe bersiv dan êrîşan.

Di 24’ê Adarê de derdora Golka ya Metîna, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Amediyê û Girê Cûdî û gundê Sêgirê yê Amediyê 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 24’ê Adarê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Kurojahro û herêma Saca û çeperên me yên berxwedanê yên Çemçoyê 14 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 24 û 25’ê Adarê de çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîda 16 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”