4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê cezayê darvekirin li 5 kesan birî

Rejîma Îranê li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê cezayê girtîgeh û bidarvekirinê li 10 kesên ku xelkê bajarê Urmiye ne, birî

Malpera Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ragihand, di rojên borî de, Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiye cezayê 10 sal girtîgehê li 5 kesan û cezayê bidarvekirinê jî li 5 welatiyên xelkê parêzgeha Urmiye birî.

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê diyarkir ku ew 10 kesên hatine cezakirin, xelkê bajarê Urmiye yê ne û bi tometa ‘Tevilbûn û hevkarîkirina sîxûrtiya ji bo Îsraîlê’ hatine cezakirin.

Li gor agahiyê ku Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ji çavkaniyek ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin wergirtiye, wan girtiyan dibin gef û êşkenceyê de neçar hatine hiştin ku wan tometan li ser xwe qebûl bikin, lê piştî hatine dadgehkirin, wan tometan red kirine û gotine wan dibin gef û êşkenceyê de ew tomet qebûl kiribûn.

Ji beriya niha jî gelek kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi heman tometa ‘sîxûrtiya Israîlê’ cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û hin ji wan jî hatine bidarvekirin.