3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY’yê bi cih bîne

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ew 2 sal in nikarin agahiyan ji Rêberê PKK'ê Abdûlah Ocalan û girtiyên din werbigirin û got: “Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi cih bîne.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber ku 2 sal in agahiyan ji Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê nastînin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de hat ragihandin ku herî dawîn di 25’ê adara 2021’î axaftina bi telefonê ya ku Abdûlah Ocalan bi birayê xwe kiribû, hatiye birîn û ji wê rojê şûnde wan tu agahî nestandine.

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:

“Ev bû 2 sal e, em ji muwekîlên xwe yên di Zindana Girava Îmraliyê de ne, ji Birêz Abdûlah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş agahî nastînin. Weke ku raya giştî jî dizane herî dawî di 25’ê adara 2021’î de bi birêz Ocalan û bi birêz Yildirim re axaftinek li ser telefonê pêk hatibû û axaftina ku birêz Ocalan bi birayê xwe re dikir di nava çend deqeyan de di carek de hat birîn. Ji wê rojê heya îro hemû serlêdanên zagonî, îdarî û demokratîk rê venekirin ku em bigihîjin muwekilên xwe. Ji ber ku me ew qet ziyaret nekiriye û bi tu awayî me bi wan re têkiliyek dananiye, di serî de em ji rewşa wan a tenduristiyê, mercên girtinê û rewşa wan a hiqûqî bi tu awayî ne agahdar in.

 392 serlêdan hatin kirin

Ev du sal in tam 274 car ji bo hevdîtinan serîlêdana parêzeran li gel Ofîsa Dozgeriya Giştî ya Bursayê û Gerînendeya Zîndana Girava Îmraliyê çêbûye û 118 caran jî malbat ji bo ku hevdîtinan pêk bînin serîlêdanên xwe kirine lê tu encam nehatiye bidestxistin. Ji ber îxlalkirina mafên netew û navnetewî, serîlêdanên edlî û îdarî yên ku li Dadgeha Makeqanûnî hatin kirin jî bê encam man. Sazî û dezgehên darazî bi biryarên xwe divê parastina mafên muwekîlên xwe û dawî li pêkanînên dijî zagonî bianîna lê wisa kirin ku tecrîda Îmraliyê veguheriya îşkence û kirinên dijmirovî. Bi vî awayî lingên tecrîdê yên din danîn.

Bi tu zagonan nayê îzahkirin

Heke îro em ji birêz Ocalan û ji muwekilên xwe yên din agahî nastînin, ev bi tu madeya zagonî û hiqûqî nayê îzahkirin. Qutbûyîna hemû tekiliyên wan ji cihanê û ji civakê, ji parastina hiqûqî dûrxistin û pê re jî bêkontrolî û di bin şertên bêpêşbînî de girtin; sepandineke dijmirovî ye ku tê wateya îşkenceyê. Ji ber vê yekê bi armanca ku tecrîd ji holê rabe daxwaza bitedbîrî serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatibû dayîn. Komîte pêşî daxwaza tedbîrê qebûl kiribû û di rezbera 2022’yan de ji hikumetê; “Ev rewşa ku serîlêdêr bi ‘girtina incommunicado’ re merûz mane bê bidawîkirin û parêzerekî ku serîlêdêr hilbijêrin bi lez û bêastengî têkilî dikaribe deyne.” daxwaz kiribû. Ji ber ku hikumet ev daxwaz bi cih neanî di rêbendana 2023’an de carek din ‘daxwaza lezgîn’ hatibû bibîrxistin. Her çiqas pêvajoya esas ya serîlêdanê didome jî biryara tedbîrê dide nîşandan ku mercên Îmraliyê li gorî qedexebûna îşkenceyê nîn in û divê demildest dev ji van mercan bê berdan.

Biryara NY’yê nehatiye qebûlkirin

Lê belê dewleta ku girêdayê peymanên navnetewî ye, biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) nas nekiriye, li gor vê gav neavêtiye, li hember serîlêdanên parêzer û malbatan astengî ranekiriye û bêtêkilya teqezî domandiye. Her çiqas der heqê birêz Ocalan û tecrîda Îmraliyê de ev biryarên ku weke navneteweyî tên girtin girîng be ku dewlet li gorî van biryara tevnegere ew jî ew qasî dijhiqûq e û polîtîk e.

Pirsgirêka kurd girêfayî tecrîdê ye

Polîtîkayên dewletê yên Îmraliyê siyaseta li Tirkiyê û li Rojhilata Navîn jî nîşan dide. Ji dêlvla polîtîkayên aştî û demokrasiyê sepandina polîtîkayên ewlehiyê di her hêlî de bendbendiyê, qrîz û kaosê hildiberîne. Ev rewşa rehendê pirsgirêka kurd a herêmî û kûrewî  nîşan dide û bi neçareserkirina wê re ji nêzî ve bi eleqe ye. Çiqas neçareserkirin bi kûr ve diçe ew qas rewşa tecrîdê jî bi kûr ve diçe. Yan jî heta ev pergala tecrîdê were domandin dê ne pirsgirêka kurd were çareserkirin ne jî pêşketineke demokratîk dê çêbe.

Derketina ji krîzê bi Ocalan pêkan e

Bi kurtasî hebûna tecrîda li Îmraliyê, jiholêrakirina hiqûq û demokrasiyê ya li Tirkiyê ye. Ev rewş bandora xwe dide ser nirxên aborî û manewî ya civakê û bandoreke neyînî ya domîne çêdike li ser xebatên civakî, siyasî û qadên jiyanê yên din. Ji bo welatekî û erdnîgariyekî jiyanxweş, divê pirsgirêka kurd bikeve riyeke çareseriyê û pergala tecrîdê ya Îmraliyê di nava dîrokê de heta hetayê were binerdkirin. Ji derketina vê krîzê riya herî baş a Birêz Ocalan e ku demokrasî û hiqûqa gerdûnî ya çarçoveya polîtîk a bingehîn diyar kiriye.

Divê fikar demildest jı holê rabin

Heke em dubare bikin, ligel ev biryarên çawanî yên navneteweyî, dîsa jî ev du sal e ku agahî nehatiye girtin, der heqê mercên tenduristî û mercên din ên girtîbûnê de tunebûna agahiyan ji bo me rewşeke xeternak e. Ev fikar demildest divê ji holê rabin. Biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyîn divê demildest bi cih were anîn û di serî de parêzerên muwekîlan divê serdanên xwe bikin û mafên peymanên zagonî û navneteweyî divê pêk werin û parastina van mafan bên ewlekirin. Bi vê zanetî û hêviyê em hemû raya giştî ya demokratîk vedixwînin vê hesasiyetê.”