Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribû. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Fadil Şenyaşar jî 5 sal in girtî ye. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’î de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kir. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 733’yemîn de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar ji ber edliye roja şemî û yekşeme girtî ye çalakiya xwe li mala xwe ya Pirsûsê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kirin: “Yên ku çûne em nikarin bînin lê ji bo edalet pêk were em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin.”