18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîlançoya 24 saetên dawî ên şerê Îsraîl û Hemasê

Di roja 25'an a şerê Îsraîl-Hamasê de bîlanço giran dibe. Îsraîlê bi şev jî bombe li gelek nuqteyan barand. Li bejahiyê jî şer qewimî. Krîza mirovî her diçe girantir dibe

Piştî ku Hamasê di 7’ê Cotmehê de êrîşeke berfireh bir ser Îsraîlê, şer destpê kir û her roj giran dibe. Bûyerên ku di nava 24 saetên dawî de qewimîn bi vî rengî ne:

Fermandarê Hamasê hate kuştin: Hêzên Parastinê yên Îsraîlê ragihand ku fermandarê tabûra Beyt Lahiya ya Hamasê Nîsam Ebû Caîna li bakurê Şerîda Xezeyê di êrîşeke hewayî de hate kuştin.

Bi sedan ‘hedef’ hatin bombekirin: Li gorî rojnameya Haaretzê artêşa Îsraîlê şeva Duşemê li 300 ‘hedefên Hamasê’ xist. Hate ragihandin ku ‘qadên avêtina fuzeyên tanksawar û rokoetan’ û ‘tunel’ jî di nava wan ‘hedefan’ de bûn.

Êrîş li ser nexweşxaneyê hate kirin: Li gorî ajansa nûçeyan a Assocîated Pressê, midûrê nexweşxaneya Tirk-Fîlîstîn a li Xezeyê Dr. Sobhî Skeîk ragihand ku nexweşxane êvara Duşemê di êrîşeke Îsraîlê de xisar dîtiye.

Daxwaza agirbestê hate redkirin: Hikumeta Îsraîlê daxwaza agirbesteke li Şerîda Xezeyê red kir. Neteweyên Yekbûyî û gelek hikumetan daxwaza agirbesta mirovî kiribûn. Netanyahû got, “Bangên ji bo agirbestê bangên ji bo teslîmbûna li Hamasê ye. Tiştekî bi vî rengî wê nebe.”

Şerê li qadê: Tûgaya Îzzeddîn El Qassam ku baskê leşkerî yê Hamasê ye îdîa dike ku li başûr û bakurrojavayê Şerîda Xezeyê bi hêzên Îsraîlê re li qadê şer dikin.

Di operasyona leşkerî de qonaxa sêyemîn: Li gorî Serokwezîrê Îsraîlê artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezeyê bi rengekî ‘metodîk’ bi pêş ve diçe. Benyamîn Netanyahû roja Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Îsraîlê ketina ji bejahî ve ya li Şerîda Xezeyê berfireh kir û ‘qonaxa sêyemîn’ a operasyona leşkerî destpê kiriye.

Dîlgirtî: Serokwezîr Benyamîn Netanyahû bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo berdana dîlgirtiyan bi rengekî lezgîn û bêşert daxwazê bike. Li gorî bîlançoya dawî ya Îsraîlê zêdeyî 230 kes di destê Hamasê de dîlgirtî ne. Di nava wan de gelek biyanî jî hene.

Krîza mirovî: Li gorî rayedarekî Emerîkî yê nexwest navê xwe eşkere bike, alîkariya bi tonan li deriyê sînor ê Refahê kom bûye û li benda kontrolkirina Îsraîlê ye.

Bîlanço: Hamasê ragihand ku ji destpêkirina şer û vir ve di bombardûmana Îsraîlê de herî kêm 8 hezar û 306 kes hatine kuştin ku 3 hezar û 457 ji wan zarok bûn.