3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YRA: Silêman Ehmed berdin

Yekîtiya Ragihandina Azad binçavkirina rojnamevan Silêman Ehmed şermezar kir û ji sendîka û dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî kir ku ji bo berdana Ehmed têkevin nava tevgerê

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî revandina rojnamevan Silêman Ehmed ya ji aliyê PDK’e ve li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo bi beşdariya hejmareke rojnamevan daxuyanî da. Rojnamevanên tevlî daxuyaniyê bûne, wêneyên rojnamevan Silêman Ehmed rakirin. Endamên Desteya Rêveber a YRA`yê Canê Xemgîn û Evîn Îbrahîm daxuyanî xwendin.

Canê Xemgîn anî ziman ku Silêman Ehmed bi destpêkirina Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li cihê lê ji dayîk bûye (Efrînê) dest bi xebatên ragihandinê kir û bi pênûs û kameraya xwe dengê şoreşê ji raya giştî re ragihand.

Canê Xemgîn bibîrxistin ku piştî dagirkirina Efrînê di 2018’an de malbata Silêman Ehemed koçberî herêma Şehbayê bû, Silêman Ehmed jî berê xwe da Başûrê Kurdistanê û di nava xebatên çapemeniya azad û bi taybet di ajansa Rojnewsê ya li bajarê Silêmaniyê de cih girt û wiha got: “Ev çend sal in Silêman bi belgeyên fermî li Başûrê Kurdistanê bi cih dibe û xebata xwe didomîne. Bi heman belgeyan jî demek berê ji bo serdana malatê di deriyê Sêmalka (Pêş Xabûr) re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Lê 25’ê Cotmehê dema xwest di heman rêyê re vegere ser karê xwe, agahiya malbat û hevalên wî jê qut bû. Piştî çend rojan hate zanîn ku ji aliyê desthiladariya Hewlêrê ve hatiye girtin.”

Xemgîn hikumeta Başûrê Kurdistanê wekî berpirsê rewşa Silêman destnîşan kir û diyar kir ku girtina Silêman li derveyî pîvan û yasayên mafên mirovan û xalên wê yên têkildarî parastina rojnamevanan ne.

Canê Xemgîn girtina endamê Rojnewsê Silêman Ehmed şermezar kir û piştevaniya xwe bi Silêman û ajansa Rojnewsê re nîşan da. Xemgîn bang li rojnamevanên Başûrê Kurdistanê, sazî û dezgehên parastina mafên rojnamevanan û di serî de Yekîtiya Rojnamevnan a Navdewletî, Rojnamevanên Sînornenas û Komîteya Parastina Rojnamevanan kir ku ji bo berdana Silêman Ehmed erka xwe pêk bînin. Canê Xemgîn bang li hikumeta Herêma Kurdistanê jî kir ku dawî li zext û binpêkirinên li dijî rojnamevanan bîne û Silêman Ehmed di zûtirîn dem de berde.