spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîlançoya erdheja li Fasê giran dibe

Bîlançoya erdheja ku şeva înê li Fasê çêbû giran dibe. Heta niha zêdeyî 2 hezar kesî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest daye.

Şeva înê bi pîleya 6.8’an li Fasê erdhejeke mezin pêk hat. Bîlançoya erdhejê her ku diçe girantir dibe. Wezareta Karên Hundir a Fasê, ragihand ku ji ber erdhejê herî kêm 2 hezar û 12 kesî jiyana xwe ji dest daye û hezar û 404 kes jî birîndar bûne.

Erdhejê bandoreke giran li herêma Marakeş a tûrîstîk û herêmên Azîlal, Varzazat, Şîşava, Tarûdant, El Havûz ên Fasê kir. Piştî erdhejê ji bo 3 rojan li welat şîn hate ragihandin. Ji qada navneteweyî daxuyanî û peyamên ji bo piştgiriya bi Fasê re hatin dayin. Yekîtiya Ewropa, Yekîtiya Afrîkayê, Amerîka û bi dehan welatan sersaxî dan û diyar kirin ku ew ji bo alîkariyê amade ne.

Di sala 1960’î de jî li bajarê Fasê yê Agadîrê erd hejiyabû û herî kêm 12 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû. Ji sala 1960’î ve erdheja herî giran e ku li welat pêk tê.