18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîlançoya şerê Israîl û Hemasê di roja 26’emîn de

Di roja 26’emîn a şerê Îsraîl û Hemasê de ji destpêka şer de Îsraîlê bombe li zêdeyî 11 hezar nuqteyî barand her wiha şerê bejahî jî dijwar bû û ji destpêka şer de 326 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin

Şerê navbera Îsraîl û Hemasê ku 26 roj in dewam dike, bi bombardûmana Îsraîlê giran dibe. Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve bombe li zêdeyî 11 hezar nuqteyî barandiye.

Di şer de ku bi êrîşa Hemasê ya 7’ê Cotmehê re destpê kir, li Şerîda Xezeyê di bombardûmana îsraîlê de derdora 9 hezar kes mirin, ku bi hezaran ji wan zarok bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ragihand ku ku herî kêm 8 hezar û 525 kes hatin kuştin ku 3 hezar û 542 jê zarok, 2 hezar û 187 jê jî jin bûn.

326 leşkerên Israîlê hatin kuştin

Li eniya Îsraîlê jî bîlanço giran dibe. Di êrîşên ji 7’ê Cotmehê û vir ve piraniya wan sivîl zêdeyî 1400 kes mirin.

Artêşa Îsraîlê sibeha Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku 9 leşkerên din hatine kuştin. Bi vî rengî ji 7’ê Cotmehê û vir ve 326 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

Zêzeyî 11 hezar hedef hatin bombekirin

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve li Şerîda Xezeyê zêdeyî 11 hezar ‘hedefên rêxistina terorê’ hatine bombekirin.

Ji bejahî ve jî şer giran dibe

Artêşê her wiha diyar kir ku li Şerîda Xezeyê bi Hemasê re li qadê jî şerekî giran diqewime. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava çend saetan de bi dehan şervanên Fîlîstînî hatine kuştin.

Hizbulaha Lubnanê bîlançoya şer weşand

Li eniya din a şer li sînorê Lubnanê êrîş giran bûn.

Êvara Sêşemê Hîzbûllahê bîlançoya şer û êrîşan weşand.

Hîzbûllahê diyar kir ku 120 leşkerên Îsraîlê ‘hatine kuştin û birîndar bûne’.