5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê Iraqê ji hêzên biyanî paqij bikin’

Sekreterê Giştî yê Koma Berxwedana Îslamî li Iraqê (Nuceba) ku hêzeke ser bi Îranê ve ye, ragihand ku biryara paqijkirina Iraqê ji hêz û leşkerên biyanî hatiye dayîn.

Sekreterê Giştî yê Koma Berxwedana Îslamî ya li Iraqê (Nuceba) ku hêzeke girêdayî Îranê ye Ekrem Kebî bi daxuyaniyekê ragihand ku biryara paqijkirina hêzên biyanî yên li Iraqê hatiye dayîn.

Heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ‘rawestan nîne, tawîz nîne, paşde gav avêtin nîne’.

Hêjayî gotinê ye ku piştî gurbûna şerê navbera Îsraîl û Hemasê de, baregeh û navendên leşkerî yên Amerîka yên li Suriye û Iraqê, bi rêya mûşek û balefirên bê mirov hatin hedef girtin.

Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberiya Amerîkayê jî ji ber êrîşên milîs û komên girêdayî wî rejîma Îranê hişyar kiribû ku dê bersivên tund bide êrîşên li dijî leşker û bargehên Amerîkayê.