Şevê din li Taxa Kaziwa ya bajarê Silêmaniyê ji ber gaza xwezayî teqîneke mezin pêk hat û 3 avahî hilweşiyan. Xebatên lêgerînê yên li cihê avahiyên hilweşiyayîn bi dawî bûn.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; hejmara kesên di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 15’an û 13 kes jî birîndar bûn.
Tedawiya birîndaran a li nexweşxaneyê didome û hinek welatiyên ku rewşa wan giran jî li beşa lênihêrîna awarte tên ragirtin.