17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gur û berxik  

Fatma Taşli Tunç

Yek hebû, yek tunebû, li welatê bêmiradan keriyek berxik dijiyan. Rojekê gur û çêlikên xwe diçin li wan dibin mêvan. Berxik, bi xwarin û vexwarinê, qedr û qîmetê didin gur û çêlikên wî. Paşê berxik dibêjin:

Ê xalê gur qewmê ku tu ji nav hat çawaye gelo?

Gur bi çavên xwe yên sor û nepixî  li dora xwe nêrî, di hundirê xwe de got:

Weleh vana pir saf in, ehmeq in, ev cih tam li gor dilê min e.

Aaax, ax zarokno, ma wê çi hebe, baran êdî nabare, kanî û rûbar tev miçiqîne, gul û gîha tev hişk bûne. Ma ez behsa çi bikim û ya çi nekim! Berxika tev de bi hev re gotin meeeeee… Lê rastî ne ev bûye, gur ji ber kiryarên xwe û xirabiyên ku kirine, ziyana ku daye derdorê û xwezayê ji welatê xwe hatiye qewitandin û ji xwe re li cihekî xam geriyaye û dîtiye. Ev jî ji welatê bêmiradan çêtir tunebûye, tam li gor dilê wî bûye. Gur mala xwe li wî welatî bicih dike. Roj bi roj, bi çîrokê tewşo mewşo û xurafe, mejiyê wan dişo û çavên wan digre, bi waaz û nesîhetên vala û vir. Êdî xwediyê welatê bêkesan dibe gur. Rojekê ji welatê  tilzêrîn berxikê qemer dibêje: Ez ê herim saxtiya xizm û pismamê xwe bikim, ka di çi halî de ne û rewşa wan çi ye. Bi rê dikeve, ji deşt û zozanan derbas dibe, di gelî û newalan re dibuhire, xwe digihîne welatê bêmiradan cem xizm û pismamên xwe. Dema ku digihêje nav kerî, şev tariye lê çavê yekî ji wan di tariyê de na biriqe. Silavê li wan dike lê kes silava wî venagerîne. Ew jî xwe dide rexekê mexel dibe û li benda hilatina rojê dimîne. Dema sibê zû dinya li wan zelal dibe û roj li wan hiltê, berxikê qemer li dora xwe dinêre, weeeyyy li min bavoo, wê li çi binêre! Lê çarmedorên wan pêkerê gur in. Her çar aliyên gelî bi posterê gur hatine xemilandin. Serî û sermiyan gur û cewrikên xwe ne. Her carê gur û cewrikên xwe tên dikevin nava wan, du heb sê heb berxikên bazî, radihêjinê û dibin di berqefekê de, digurên zikê xwe bi wan têr dikin û xwe pîjapîja dikin û radizên. Sibê êvarê û nîvro bi vî awayî. Berxikê qemer matmayî li wan dinêre. Sibeyekê zû dîsa gur tê destê xwe di pişta wan dide, di serê wan dide, wan maç dike bi wan re dilîze û bi wan re dikene. Lê çavên wan bi hev ve şidandiye, yek ji wan çavên xwe venake. Gurê telaqreş mejiyê wan sûştiye, gotiye ku hûn çavê xwe vekin, wê jiyan biqede, wê baran ne bare û gîha şîn nebe û hûn ê giş ji birçîna bimirin.

Rojekê dîsa gurê mal kambax kete nava wan, da  lotika û bi sutuyê berxikekê girt û çû! Berxikê qemer pir hêrs bû û qêriya!

Hahooooo çavên xwe vekin, ka hûn çi dikin? Çavên xwe vekin û bibînin gur çi bi serê we dike. Hûn ne kor in lê we çavên xwe girtine, hûn kiriyarê gur nabînin! Çavên min vekirî ne, ez dibînim ku gur çi tîne serê we. Tê bi were dilîze, destê xwe di pişta we dide çavên we girtiye, hûn nabînin, her carê yekî ji we digire dibe, bi we zikê xwe û cewrikên xwe tije dike, we dixapîne bese êdî ku wiha dewam bike yek ji we namîne bila hûn bizanibin!

Dema ku berxikê qemer wiha dibêje, tevahî berxikan, bertek nîşan didin û dixeyidin. Niha çi îşê te ji me ye, em bi halê xwe razîne, gur ji me hez dike, bi xêra wî baran dibare ku em çavên xwe vekin êdî baran nabare û wê xela rabe, em ê ji birçîna bimrin. Me hêvî ji te heye tu here ji cem me, em ji halê xwe razîne. Îşê te ji me nîne. Weleh ku tu neçî em ê giliyê te bikin ji xalê gur re! Di behece, diqehere,di hundurê xwe de dipiçpiçe, lê bê fayde ye. Ew çavên xwe venakin.