7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîr III: Avadanî

Ger mebest welat be, divê mirov kerbîç bi kerbîç qorên dîwarê mala xwe ya xerakirî lêbike. Ji ber ku her kerbîçek dibe asasê bingehîn ê avadaniya neteweyî û ji zarokên neteweyê re mîratekê dihêle.

Avanî ango avadanî, tê wateya avakirina binesaziyên civakî û xizmetê ji welatî û şêniyên dewletê û bajarvaniyê re dike. Û avadanî, parçeyeke bîra neteweyî ye ku wê neteweyê şên dihêle.

Bîra kurdan ku li dû 99 saliya peymana Lozanê bi gomeyên mezin hatiye miçiqandin û ava binê wê hatiye şolîkirin, pêdivî bi lêvegera peydekirina cewher û gencîneyên netewî yên weke avadaniyê jî heye. Ji bo levegerînê jî hewcedarî bi mînakgirtinên cîhanî hene. Bi minasebeta serdana welatê Polonî hin hêmanên avakirin û serastkirinan derketin pêşiya min. Dibe ku ev hêman ne bi rasthatinî bin û ji ber çavdêriyên min leqayî min hatibin.

Ji ber wê ez dixwazim van çavdêriyên xwe bi xwîneran re jî parve bikim. Ji welatê Swîsreyê çûyîna Polonyayê bi erebeyê nêzîkî 16 saetan berdewam kir. Rê ji binê Almanyê dest pê kir û ber bi bakurê Almanyayê ve berdewam kir. Ketina welatê Polonyayê piştî deh saetan bû û ji ser sînorê Polonyayê heta paytext Warşovayê jî 6 saet bûn. Li Polonyayê şahrê (otoban) du alî ne û bi du şerîdî ne. Li ser şahrêyan pire ji bo ajel û sewalan hatine avakirin ku ew ajel nekevin binê tekerên erebeyan. Li herdu aliyên şahrêyê weke Beriya Mêrdînê zeviyên dexl û zadan hene. Dema mirov çav li van zeviyan dikeve, xwebixwe dibêje, ev embara dexl û zeviyan têra hemû mirovên cîhanê dike. Lê ji aliyê din ve,

rewş û sekna siyasetmedarên serdestên cîhanê tîne bîra mirov ku, digel hebûna ew qas qût û nifqeyên zehf mirovatî dikare di demeke nêzîk de bi pirsgirêkên birçîbûnê re rûbirû bimîne. Mînaka şerê Rûsya û Ukranyayê li ber çav e û mînaka Beriya Mêrdînê bixwe ya ku ji ber rêlibergirtinên rêveberiya Tirkiyeyê hilberînên wê nema têra hemwelatiyên wê jî dike, şênber e û pêdivî bi guhertinan heye.

Dema bi mazûbanên xwe re li paytext Warşovayê geriyam (Qada Starowka), bi ravekirinên mirova Polonî tê gihîştim ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bajar ji teref naziyan ve hatiye hilweşandin û bi tenê du avahî li ser piyan mane ku yek jê îro weke otelê tê bikaranîn û a dîtir jî dêrek e. Hemû avahiyên din ji binî ve xera bûne û piştî şerawestînê ji ber sûretên wan ji nû ve hatine avakirin.

Yanî Warşovaya kevn ku bi şer re serobino bûye, îro xwedî temenê 60-70 salî ye. Avahiyên ku ji ber sûretan hatine avakirin jî bi mîmariya xwe ya ku dişibe mîmariya kevn, xwedî temenê 60-70 salî ye. Poloniyan ku di şer de ji 4 milyonî zêdetir mirovên xwe ji dest dane, mal avahî bi ser serên wan de hatine xerakirin, ji bo bîra xwe ya neteweyî ji dest nedin, malên xwe ji nû ve ava kirine û ew ji bo hemû cîhanê weke muzeyeke servekirî pêşkêş kirine. Ji ber ku dema em li nava kuçe û kolanan digeriyan, zehfên mirovên li wir tûrîst bûn û bi mekîneyên destan sûretên avahiyan digirtin. Li ser her avahiyan lewheyên danasînê hebûn û parçeyek paleta tanqa Almanî di dîwarê dêrekê de hatibû bicihkirin. Li ser hin dîwarên ku dû re ser wan temamkirî jî, şopên gulleyan weke mestere hatibûn hiştin. Di heman rojê de li ser çapemeniyê di BBC’yê de nûçeyek der barê peydekirina goristana giştî ya 17 ton û nîv xweliya mirovên kuştî hebû. Li gora gotinan ev xwelî aydî heşt hezar mirovên kuştî bûn û li nêzîkî kampa naziyan a Soldau (Dzialdowo) bû. Arkeologên ku ev xwelî dîtibûn, di nava xweliyê de hin parçeyên cil û bişkokan peyde kiribûn û ti tiştên darayî bi dest nexistibûn. Li gora fikra wan, ev mirovên kuştî piştî şêlandinê hatibûn kuştin û dû re jî hatibûn şewitandin. Li gora texmînan li kampa Soldau bi qasî 30 hezar mirovên siyasî, mixalif, rewşenbîr û cihû hatibûn qetilkirin. Dema min ji mazûbana xwe re behsa vê nûçeyê kiribû, wê gotibû heta niha jî ez nikarim biçim ti kampên naziyan ziyaret bikim û trawmaya mayînde ya li ser derûniya Poloniyekê bi ziravhestyarî anîbû zimên.

Weke me di nivîsên xwe yên berê de diyar kiribû ku çawa hebûna goran û hebûna sûretan bîra neteweyî zindî dihêle, hebûna avahiyên kevnare jî vê bîrê temam dike. Dema ku bajarê Heskîfê li ser xwe bimîne, dema ku sûrên Amedê hebûna xwe bidomînin û hemû cih û warên kevnare yên Kurdistanê neyên xerakirin û talankirin hingê wê bîra me ya kurdistanî hebûna me bi bîra me bixe û li hemberî gotegotên dagirkeran nehêle em zû bi zû têk biçin.

Li veqetîna ji Polonyayê ku em derbasî Almanyayê bûbûn, ji bo xwevehesandinê em li qadeke parqkirinê rawestiyabûn û me ji bo erebeya xwe benzîn standibû. Dema dayîna pereyên benzînê em li ber kaseyê ketibûn dorê û me dîtibû ku jineke polonî bi yê kasiyer re tiştin nîqaş dikirin. Bi qasî me ji nîqaşê fam kiribû, jinikê benzîn standibû û bi makîneya otomatîk heqê wê dabû lê makîneyê fatûreya wê lê venegerandibû. Jinikê ji kasiyer fatûraya xwe dixwest. Lê mêrikê kasiyer bi dengekî bilind û bi Almanî bi jinikê re dixeyidî, digot, “Ev der Almanya ye divê hûn zanibin li gora wê tev bigerin, divê hûn ne bi polonî lê bi almanî bi min re biaxivin, ma hûn li Afrîqayê ne!” Jinik ji bêgavî ji dorê derketibû û li erebeya xwe vegeriyabû. Tiştê balkêş, ti kesên di dorê de li hemberî helwesta req a kasiyer tiştek negotibû.

Dema dora peredayînê hatibû me, me bi îngilîziya xwe ya şikestî karê xwe bi rê ve biribû û me ti bertekek li hemberî zimanê îngilîzî ji yê kasiyer nedîtibû. Bi qasî ji vê bûyerê tê gihîştibûm, hin mirovên Alman ê hişmendî kevnare li hemberî poloniyan helwesta xwe ya berê neguherandibûn, û mirovên mayî jî ji ber dengê bilind ê çors newêrîbûn bêdengiya xwe xera bikin.

Ger poloniyan welatê xwe yê hilweşandî ji ber sûretan ji nû ve ava nekiribana, li çand, ziman û alfabeya xwe xwedî derneketibana, gorên miriyên xwe keşf nekiribana dibe ku ew jî li dû sê ketinên dijwar nikarîbana li ser xwe bimana û weke Kurdistanê di bin hikumdariya serdestan de heta roja me jî binaliyana. Çinku polonî piştî şerê Cîhanê yê Duyemîn ji mecbûrî ketibûn bin hikumê Sovyetê û heta hilweşîna Sovyetê bi awayekî dîlgirtî hebûna xwe domandibûn. Ji çend mirovên polonî tê gihîştibûm ku Ûrisan li ser navê pergala sosyalîzmê gelek febrîqe, zevî û gencîneyên Polonyayê desteser kiribûn û ew ne ji bo gelê polonî lê ji bo pergala xwe bi kar anîbûn.

Di destpêkirina sedsaliya peymana Lozanê de em li bîra xwe ya kurdî bikolin, gencîne û avadaniya xwe saz bikin û ber bi azadiya xwe bi gavên sivik û mezin bimeşin. Çinku yê welatan ava dike, geş dike û li ser lingan dihêle, bîra avakirî ye.