6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Penahî jî wek Guney nûnerê gelê xwe ye

Em dikarin bibêjin ku di roja me de di her daqên jiyanê de zext û astengî li ser kêmaneyan tên ferzkirin. Li welatên wek Îranê ev rewş bi her awayî xwe zêdetir dide hîskirin. Di roja me de her çiqasî di nav qanûnan de mafê her kesekî di bin parastinê de be jî lê di rastiya xwe de li Îranê ev rewş berovajî tê jiyîn.

Herî dawî ji aliyê civakî de li Îranê mijara zextên ku li ser cil û bergên jinan tên ferzkirin di rojevê de bû niha jî girtina derhêner Cafer Penahî ket rojevê. Cafer Penahî  ji bo rewşa hevalên xwe yên girtî Mihemed Resulof û Mistafa El Ehmed li Tehranê pirs bike serî li dozgeriyê dabû. Lê ew li dozgeriyê hatibû binçavkirin û  niha li Zindana Evînê ya ku bi işkenceyê navdar e tê girtin.

Em derbarê rewşa huner û sînemaya li Îran û rojhilatê Kurdistanê de bi derhênerê kurd ê navdar Şehram Elîdî re axivîn.

Derhêner Şehram Elîdî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku rewşa sînemageriyê piştî Şoreşa Îranê guheriye û ev tişt anî ziman: “Piştî ku Şoreşa Îranê pêk hat û sala piştî wê qet organîzasyon û bernameyên fîlman çênebûn. Bi şoreşê re kontrolkirina hunerê ket bin sîwana Wezareta Ferheng û Irşadê. Di destpêkê de gotin ku ew ê ji bo sînemayeke baştir bikevin nav hewldanê. Piştre hin reform çêbûn lê piştî van reforman her aliyê hikûmetê li ser fîlman biryarên cuda derxistin. Wan biryar dida ku dê kîjan fîlm bê derxistin kîjan neyê derxistin. Ji ber vê yekê gelek fîlmên ku hatibûn amadekirin heta niha destûr nayê dayîn ku bên weşandin.”

Karê lîstikvanan tê qedexekirin

Şehram Elîdî bal kişand ser astengkirinên fîlman û wiha got: “Wezareta Ferheng û Irşadê û çend saziyên hikûmetê li ser fîlman biryarên cuda derdixin. Hemû salonên sînemayê di destê van saziyan de ye. Yek pirsgirêk jî ew e ku fîlm piştî ku diçe televizyona dewletê ya Îranê (li Îranê xeynî kanalên fermî yên dewletê kanalên televizyonê yên taybet tune ne) dîsa biryareke cuda dertê ew biryar didin ku di nav fîlman de reklama tiştek heye yan na. Heke li dijî  îdeolojiya îslamî û şiî di fîlm de reklam hebe ew fîlm nayê parvekirin. Mijar bi van jî naqede. Lîstikvaneke ne li gor îdeolojiya wan di fîlman de bilîze karê wan jî tê qedexekirin. Bi dehan lîstikvanên ku bi salan di fîlaman de lîstine û ji aliyê bi milyonan kesan ve tên nasîn ketine nav van lîsteyan. Ew ji 40 salan zêdetire nikarin di fîlman de bilîzin.”

Şehram Elîdî da zanîn ku ji bo li Îranê fîlmekî bê nîşandin di du rêyan de derbas dibe û wiha pê de çû: “Wezareta Ferheng û Irşadê bixwe biryar dide ku dê kîjan fîlm bên nîşandin kîjan neynê nîşandin. Di serî de hewceye ku senaryoya hatiye nivîsîn ji aliyê wezaretê ve bê qebûlkirin. Ew dikare senaryoyê qebûl neke û li te vegerîne. Heke tu dîsa wê senaryoyê bikî fîlm ev rastî cezayê tê. Di nav Wezareta Ferheng û Irşadê de ji bo fîlm bidin qebûlkirin çete hene û ew li gor berjewendiyên xwe dixebitin. Piştî ku fîlm hat çêkirin pêwistî bi destûra weşandinê heye. Fîlm û senaryoya ku hatiye nivîsîn li hev neyê wî fîlmî qedexe dikin an jî li gor xwe diyalogan şîrove dikin û dixwazin fîlm bê revîzekirin. Heke fîlm bi wan diyalogan bê parvekirin dîsa ceza tê birîn. Heke ev bê kişandin nahêlin ku tu bi saziyên fermî re têkilî deynê. Lê dîsa jî hin derhêner fîlmên xwe bêdestûr çêdikin û dişînin festîvalan. Ji ber ku kişana wî zehmet e ji bo kişandina fîlmên metrajdirêj mixabin ev rewş ne pêkan e. Dema ev fîlm werin girtin nahêlin ku fîlm derkeve dervayî Îranê.”

Hewl didin kurdan nezan nîşan bidin

Şehram Elîdî di axaftina xwe de bal kişand ser qanûnên Îranê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li gorî qanûnên Îranê ewqasî qedexe û sansûr tune ne. Lê di rastiyê de her beşên fîlm tên kontrolkirin û qedexekirin. Rastiyeke jî heye ku gelek derhênerên îranî naxwazin li dijî ol, ziman, netew û çandê derkevin. Ev pirsgirêkên ku me got ji bo kurdên rojhilatî jî derbasdar in. Her wiha li Îranê dema ku fîlmeke ji aliyê derhênereke alîgirê hikûmetê ve bê çêkirin û behsa kurdan bike wan wek kesên nezan û paşdemayî nîşan didin. Diçin dîmenên gundiyekî/ê ku zêde têkiliya wî/wê bi derveyî gund re tune ye dikşînin û wan wek kesên nezan nîşan bidin. Li aliyê din di fîlmekî de heke çanda kurdan wek çandeke qedîm bê nîşandin rastî bertekan tê.”

Kurdan tune dihesibînin

Herî dawî Diney+ li Tirkiyeyê xebatkarên xwe hişyar kiribû û xwestibû ku baldartir nêzikî mijarên peyva dîktator a ku ji bo Erdogan tê bikaranîn û mijarên li ser kurd û ermanan bibin. Şahram Elîdî dest nîşan kir ku li Îranê jî ji sedî sed heman rewş derbasdar e û ev tişt anî ziman: “Ew rasterast dijberiya neteweyan nakin lê di nêzikatiyên xwe de nahêlin kurd derkevin pêş. Mînak ew nahêlin ku jin an jî dayikeke xurt a kurd ku li Efrîn an jî li Hewreman xwedî li çand û hebûna xwe derdikeve, bibînin.”

Şehram Elîdî diyar kir ku hemû desthilatdar bi heman awayî nêzikî hunermendan dibin û wiha berdewam kir: “Li Îranê ji ber ku derhênerên wek Cafer Penahî, Mihemed Resûlof, Nasir Teqwaî û Behram Beyzaî di berhemên xwe de cih didin pirsgirêkên civakî rêbazên wan û rêbaza Yilmaz Guney dişibin hev. Ji ber Cafer Penahî ji bo civakê tevdigeriya hat girtin. Rewşa Guney û Penahî ji aliyê zextên ku li ser wan tên meşandin ve dişibin hev. Penahî ne dikare derkeve dervayê Îranê ne jî dikare fîlman bikşîne. Guney û Penahî hunermendên gelê xwe ne û xwe bi pereyan nefirotine.”

Jin bi saya têkoşîna xwe pêş dikevin

Elîdî da zanîn ku li Îranê bi saya têkoşîna jinan li gor salên borî cîhgirtina jinan ya di nav hunerê de zêdetir bûye û ev agahî da: “Li Îranê ji aliyekî ve malbat ji aliyên din ve jî hikûmet rê nade ku jin ji bo xwe derfetan biafirînin. Berê ji bo jinan ne derfetên kar dihatin avakirin ne jî pere ji bo keda ku didin dihat dayîn. Lê li gor salên borî jin zêdetir dikarin xwe tev li nav hunerê bikin. Mînak li Îranê Haîde Sefiyarî edîtora filman a herî baş e. Ev pêşketin bi saya têkoşîna jinan hat vê astê.”

Bîr bi belgefîlman bîr zindî tê hêştin

Şehram Elîdî bal kişand ser girîngiya belgefîlmên ku der barê Kurdistanê de tên çêkirin  û ev tişt anî ziman:“Belgefîlm ji bo me kurdan pir girîng in. Ji ber ku desthilatdar dixwazin bîra me tune bikin hewceye em jî bîra xwe zindî bihêlin. Bi rêya belgefîlman em kurd bîra xwe zindî dihêlin. Mînak ji Heskîfê di destê me de ew belgefîlmên ku li ser hatin çêkirin man. Hêvî dikim ku her kurd wek çand û dîroka xwe hunermendên xwe jî nas bike. Di vir de ne girîng e ku hunermend ji kîjan parçeyên Kurdistanê ye. Heta niha min nikaribû fîlmê metrajdirêj li Rojhilat bikişînim lê min li Bakur, Başûr û Rojhilatê fîlman kişand niha senaryoya min a li ser Rojava jî amade ye. Ez hêvî dikim ku di demeke kin de li wir jî fîlm bikşînim.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê