14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa Iraqê ber bi ku ve diçe?

Xwepêşandanên dawî yên ku beriya çend rojan ji alî alîgirên Sedir ve hatin kirin û giha asta ku destwerdana parlamentoya Iraqê bikin, rewşa aloz a Iraqê ber bi aloziyeke mezintir de dibe.

Di nava vê şolîbûna rewşa siyasî ya Iraqê de ku nêzî salekê di ser hilbijartinan re derbas bûye û hîna aliyên siyasî yên vî welatî nikarin hikûmetekê ava bikin, vê aloziyê kûrtir dike.

Her aliyek bi rengekî cuda dixwaze desthilatiya xwe li ser gelê Iraqê ferz bike. Muqteda El Sedir dema ku berê alîgirên xwe da parlamentoya Iraqê, xwest bi vê yekê peyamekê bide her kesî ku bêyî aliyê El Sedir li Iraqê ne aramî heye û ne jî aliyekî din dikare hikûmetê bêyî Sedir ava bike.

Li aliyekî din ‘çerçoveya kordînasyonî’ heye ku ew ji siyasetmedarên ku navê wan bi bertîl û gendeliyan derketiye pêk tê û di nava desthilatiya wan a 20 salên dawî de her kesî ew nas kirine ku ev komeke ji bo berjewendiyên xwe yên tekakesî her tiştî dikin.  Lê bêguman ew jî naxwazin desthilatdarî ji destê wan derkeve. Ev herdu alî jî serî li tundiyê didin û şertên xwe ferz dikin, lewre jî dibe ku ev nakokî êdî vegerin şerekî navxweyî.

Bêguman di vir de Îran û Tirkiyeyê jî roleke sereke di gurkirina van nakokiyan de dilîzin. Ev herdu hêz di nava xwe pêşbaziya bidestxistina  sazî û dezgehên dewleta Iraqê dikin. Her yek ji wan dixwaze di wî warî de destkeftiyên xwe berfirehtir bike da ku bêtir bikaribe bandorê li ser hemû Iraqê bike.

Dewleta tirk dixwaze vê yekê bi rêya Koalisyona El Sedir bi hêzên aliyê sunî û PDK’ê re bike, Îranê jî ya ku bêtir bandora wê li ser sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê heye bi rêya aliyên şîî ên girêdayî xwe û sazî û dezgehên ku bandora wê li ser wan heye, dixwaze vê yekê pêk bîne.

Di van xwepêşandanên alîgirên El Sedir de tiştekî din ê balkêş heye, ew jî dema lidarxistina van xwepêşandanan e.  Ew di demeke wiha de hatin lidarxistin ku nerazîbûna gelê Iraqê bi giştî li dijî hebûna leşkerên dewleta tirk a li ser axa Iraqê gelekî berz û xurt bûbû. Bi taybetî jî piştî komkujiya dewleta tirk a li seyrangeheke Zaxoyê ku di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 23 kesên din jî birîndar bûbûn, hêrsa gelê Iraqê li dijî dewleta tirk gelekî zêde bûbû.

Mirov dikare bêje ku hemû aliyên siyasî yên Iraqê di bin zexta daxwazên gelê Iraqê de neçar man ku helwesta xwe li dijî hebûna leşkerên tirk li ser axa Iraqê bidin nîşandan.

Dema em dibêjin hemû hêzên Iraqê helwesta xwe nîşan li dijî serwerî û destwewrdana axa Iraqê nîşan dan, ji bo ku ev yek rast were gotin divê mirov helwesta partiya Demokrata kurdistanê ji wê yekê cuda bigire dest.

Mixabin helwesta PDK’ê di vî warî de gelekî qels bû, wekî dibêjin ji heya rûyê xwe di destpêkê de çend daxuyaniyên ku dibêjin em vê êrîşê şermezar dikin dan xuyakirin. Heta di wan daxuyaniyan de navê dewleta tirk û leşkerên tirk tune bû. Tenê gotin em wê êrîşê şermezar dikin.

Lê mînaka herî balkêş helwesta şêwirmendê serokê PDK’ê Kîfah Mehmûd bû . Mehmûd li şûna ku dengê xwe tev li dengê hêzên siyasî û daxwaza gelê Iraqê bike, wî êrîş û dijminahiya xwe ya ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê zêdetir kirin. Kîfah Mehmûd di beşdarbûna xwe ya kanaleke televizyonê de da xuyakirin ku ew li dijî gilî,kirina dewleta tirk a li Konseya Ewlekariyê ye. Li şûna ku PDK’ê vê yekê wekî firsendekê bibîne ku leşkerên tirk ji axa başûrê Kurdistanê derkeve, dijberî wê dijminahiya xwe ya bi gerîlayên PKK’ê re gurtir dike. Heta hin hewldanên wê partiyê hene ku parlamentoya Iraqê qayil bike ku biryareke wiha derxîne û artêşa Iraqê jî li kêleka wan şerê PKK’ê bike.

Ji aliyekî din ve ji ber ku hem aliyê Muqteda El Sedir û hem jî aliyê şîiyên alîgirên Îranê û hem jî aliyê di bin sîwana ‘Çarçoveya Kordinasyonî’ hermû xwedî hêzên çekdar in. Ev jî tê wê wateyê bi gurbûna nakokiyên siyasî yên ji bo bidestxistina desthilatdariyê, dibe ku di navbera van aliyan de şerekî navxweyî derkeve.