17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Wê ev doz bi piştgiriya gel vala were derxistin’

Li Tirkiyeyê, ji sala 2015’an ve piştî ku pêvajoya çareseriyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  re dihat meşandin bi dawî bû, li dijî HDP’ê pêvajoya zextan dest pê kir. Tevî ku HDP’ê û desthilata AKP’ê tev di vê pêvajoyê de cih digirtin jî tu rayedarekî AKP’ê nehat darizandin û doz lê nehat vekirin. Lê beravajiya vê yekê gelek doz li HDP’ê hatin vekirin û hat xwestin ku ji ber cihgirtina wê ya di vê pêvajoya çareseriyê de bê cezakirin.

Di vê çarçoveyê de bi hinceta hevdîtinên wê yên di vê pêvajoyê de ku bi nûnerên PKK’ê re kirine, di 17’ê adara 2021’an de doza girtinê li HDP’ê hat vekirin. Ji bo ku doza girtinê li HDP’ê bê vekirin destpêkê serokê giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî bang li daraza tirk kir. Piştî ku AKP’ê jî piştgirî da vê banga Bahçelî ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ve li dijî HDP’ê angaştname hat amadekirin û ev radestî AYM’ê hat kirin.

AYM’ê cara duyemîn doznameyê qebûl kir

Tevî ku destpêkê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doznameya ku ji aliyê Şahîn ve hatibû amadekirin di 31’ê adara 2021’an de red kiribû jî piştî ku heman dozname hat sererastkirin di 7’ê hezîrana 2021’an de ji aliyê AYM’ê ve hat qebûlkirin. Bi vî awayî êdî pêvajoya girtina HDP’ê dest pê kir. Doza girtina ji wê rojê ve heta berdewam dike.

Herî dawî HDP’ê li ser hin angaştên din di 26’ê tîrmehê de parastina xwe ya pêvek a ji 12 rûpelan pêk tê amade kir û radestî AYM’ê kir. Alîkarê hevserokê giştî û berpirsê lijneya hiqûq û mafê mirovan Serhat Eren, derbarê pêvajoya dawîn a doza girtina HDP’ê de ji rojnameya re axivî û nirxandên girîng kir.

Bi zanebûn 7’ê hezîranê hilbijartine

Parêzer Serhat Eren, diyar kir ku doz bi zanebûn di 7’ê hezîranê de hatiye qebûlkirin û wiha got: “Ji ber ku 7’ê hezîranê roja serkeftina HDP’ê ye bi zanebûn di vê rojê de ev  doznameya HDP’ê hat qebûlkirin. Li dijî vê doznameyê  parezerên partiyê di 5’ê mijdara 2021’an de parastina yekemîn amade kirin û radestî AYM’ê kirin. Demek şûn de Serdozgeriya Dadgeha Bilind li ser vê parastinê mutalaa amade kir. Li dijî vê mutalaaya bêhiqûqî di 19’ê nîsana 2022’an de HDP’ê parastina xwe ya duyemîn amade kir û radestî AYM’ê kir.”

‘Ev doz dê vala were derxistin’

Eren, destnîşan kir ku heta niha gelek kesan piştgiriya wan kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji Kurdistan û Tirkiyeyê bigire heta Ewropayê gelek kesên demokrat û sosyalîst piştevaniya me kirin. Her wiha gelek parêzer, rewşenbîr, mamoste, mirovên zanist û aktîvîstên mafên mirovan li cem me sekinîn. HDP bi van dozên bêhiqûqî ne gengaz e ku were girtin. Wê ev doz bi piştevaniya gelê me û dostên me vala were derxistin.”

Di berdewama axaftina xwe de Eren, bi bîr xist ku di 26’ê tîrmehê de parastina pêvek radestî AYM’ê kirine û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Pêvajoya vê dozê li gorî ku AYM’ê diyar kiriye berdewam dike. Di demek nêzîk de wê Dadgeha Bilind nûnerên partiyê û serdozger Bekîr Şahîn guhdar bike. Di demeke ku bê zelal kirin de wê biryar were girtin. Herî dawî em pêhesiyan ku serdozger 281 qeydên deng ên bi kurdî wekî dosyaya pêvek radestî AYM’ê kiriye. Me daxwaz kir ku van dengan ji me re jî parve bikin lê bersiv nedan vê daxwaza me. Li dijî vê dosyayê parastineke pêvek ku ji 13 rûpelan pêk tê me amade kir û ew radestî AYM’ê kir. Di demek nêzîk de wê encama dozê zelal bibe.”