2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li pêş avahiya HDP’ê provokasyon

Kesê bi navê Celîl Begdaş ev demek dirêj bû bi fermana Wezareta Karê Navxweyî li pêşiya avahiya HDP’ê ya li Amedê provokasyon dikir.

Heta niha wêneyên Begdaş bi gelek rayedarên AKP’ê re derketibûn û herî dawî di 5’ê gulanê de Begdaş li pêş avahiya navenda giştî ya HDP’ê provokasyon kiribû.

Îro jî di saetên sibê de Begdaş vê carê çû pêşiya avahiya navçeya Yenîşehîrê ya HDP’ê careke din provokasyon kir û heqaret li rêvebirên partiyê kir.

Rêvebirên HDP’ê bertek nîşanî Begdaş dan. Begdaş di bin kontrola polîsan de heqaretên xwe domand û polîsan ew neda sekinandin. Welatiyên ku li wir ev provokasyon temaşe dikirin nerazîbûn nîşanî Begdaş dan lê polîsan ji şûna ku Begdaş bidin sekinandin, erîşê welatiyên ku nerazîbûn nîşanî Begdaş didin, kirin.

Herî dawî jî ji ber nerazîbûna HDP’î û esnafan, Begdaş ji qadê hat dûrxistin.